Tirkiyê 20 km din dîwarê li ser sînorê Îranê temam kir

Tirkiyê 20 km din dîwarê li ser sînorê Îranê temam kir

.

A+A-

Li navçeya Çildêranê ser bi parêzgeha Wanê, çêkirina dîwarê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta ewlekariyê berdewam e. Li navçeya Çildêranê li ser sînor çêkirina 20 kîlometre dîwar hat temamkirin.

Hikûmeta Tirkiyê, biryar daye li ser hemû sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dîwar çêbike. Di vê çarçoveyê de jî li Wanê, kar û xebatên çêkirina 285 kîlometre dîwar berdewam in.

Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez dibêje, dîwêr bi armanca ewlekariyê çêdikin.

Mehmet Emîn Bilmez ragihandiye: “Di 3 salên dawî de li sînorê Îranê tedbîrên ewlekariyê yên cidî hatin wergirtin. Asta berpirsiyariya li sînor a serbazî hat bilindkirin û baregeh bo navçeya Elbakê hat veguhestin. Hejmara qûleyên çavdêriyê hatin zêdekirin. Ji sala par ve 104 qûleyên çavdêriyê hatine temamkirin û çêkirina 13an jî berdewam e. Herwiha çêkirina 2 qereqolan berdewam dike. 175 kîlometre xendek hatine kolandin. Wek 3 qonax çêkirina 54 kîlometre dîwar berdewam e û 20 kîlometre qediyan. Bo çêkirina 230 kîlometreyên din jî xebatên me berdewam in.”

Tirkiyê di sala 2017an de li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê Îdir, Agirî, Wan û Colemergê dest bi lêkirina dîwar kiribû.

Pêştir li parêzgeha Agiriyê jî dîwarê 81 kîlometreyî û li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemergê jî dîwarê 43 kîlometreyî hatibû temamkirin û li Wanê jî xebatên çêkirina dîwêr berdewam in.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di meha Tebaxa 2021ê de ragihand ku dê li parêzgehên Agirî, Colemêrg, Îdir û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ku ligel Rojhilatê Kurdistanê hevsînor in hemû sînor bên dîwarkirin.

Tirkiyê herwiha li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî bi hinceta ewlekariyê dîwar çêkiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin