Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

TİRên MİTê

A+A-

14mîn Dadgeha Cezayê Giran'a Stenbulê 25 sal ceza da Kadrî Enis Berberoglu, ku ew parlementerê Stenbulê ser bi Partîya Gel'a Komarî (CHP) va ye.

Ewil, dadgehê cezayê heta û hetayî da, paşê vegerand 25 salan, lê ji mafên siyasî jî bêpar hişt.

Enis Berberoglu, Can Dundar û Erdem Gul hersê bi hevra di Doza TIRên MİTê da dihatin darizandin.

Hersê kes bi du sûcan dihatin sûcdar kirin; yek ji vana "eşkerekirina agahdariyên dewletê ku divê ew bi veşartî bimana"; ya din, "her çiqas ne endam bin jî bi zanahî û xwestinî alîkarîya rêxistina terorî ya çekdarî ( ji rêxistina çekdarî mebest FETÖ ye m.k.)" bû, lê ji ber ku Can Dundar nehatiye desteserkirin, doza alîkarîya rêxistina terorî hat paşvexistin.

Ango, darizandina Kadri Enis Berberoglu hêj neqedîya ye, carekê jî, roja ku Can Dundar bêt desteserkirin, an dadgeh biryarê bide, dê bi "alîkarîya rêxsitina terorist'a çekdarî" bêt darizandin.

Bona ku baş bêt famkirin, divê em bersiva vê pirsê bidin; gelo Doza TIRên MİTê ci ye, çima TİRên MİTê?

Bînin bîra xwe, roja 14î çileya sala 2014an, nêzikî bajarê Edenê, li ser têvenekê (îxbar), bi fermana dozger sê TİR hatin sekinandin û jendirman van hersê TİR sekirin û hat gotin, ku barê TİRan çek û teqemenî bûn, mirovên di TİRan da jî fermenberên MİTê bûn, hetanî serêvarê TİR hatibûn sekinandin, lê paşê bi fermana hikûmetê serbest hatin berdan û bê guman, TİRan barê xwe birin qada Suriye'yê.

Çend rojan berê vê jî li Enteqya'yê dîsa du TİRên MİTê hatibûn sekinandin û li ser fermana dozger, TİR hatibûn sekirin, dîsa hat gotin ku bar çek û teqemenî bûn.

Paşê hikûmetê ragihand, ku barê TİRan derman, xwarinên zarokan û betanî bûn, ji Tirkmenên Bayirbucak'ê ra diçûn, heta cîgirê serokwezîr sondxwar ku ew ne çek, berevajî xwarin û derman bûn!

Lê belê, angaştên pir xurt hebûn ku hikûmet alîkarîya rexistinên wekî el Nusra, Ahrar el Şam û hinekên din dike, heta behsa DAİŞê jî dihat kirin.

Jixwe, Tirkmenên Bayirbucak'ê ragihandibûn ku ji hikûmeta Tirkîye'yê ti alîkarî negehêştiya ber destê wana.

Li ser agahdariya Tirkmenan, bawerî bi angaştên ku alîkarî li rêxistinên terorist ra diçû xurtir kir.

Li ser têvenanê ev TİRan hatin girtin, lê em nizanin ku MİTê hêj çend TİR ji rêxsitinên wekî el Nusra, Ahrar el Şam'ê û ji ên dinê ra şandibû?

Hesabê hikûmeta Tirkîyê vekirî bû; pêşî lê girtina PYD/YPGê bû, ji ber ku wan rojan YPG biserketî pêşva diçû, dibetîya bicîkirina korîdora di navbera Kobanî û Efrînê da hebû, ewê jî xof kiribû hinavê hikûmeta Tirk.

Ango, du mebestên serekeyên hikûmeta Tirkîye'yê hebûn, yek jê têk birina rojavayê Kurdistan'ê û yê din, dijitîya Beşar Esed bû.

Bi destê MİTê, bi TİRan çek û teqemenî ji rêxistinên wekî el Nusra û Ahrar el Şam'ê dihatin şandin, lê roja hatin eşkere kirin û girtin, barê wana bû alîkarîya xwarin û derman!

Enxac, dema sekirinê wêneyên barê TİRan hatibû girtin, di van wêneyan da rastî li ber çavan bû, barê TİRan çek û teqemenî bûn.

Ev wêneyan hatin weşandin, lê ewil bes deng venedan, hikûmetê jî bertekên tûnd nîşan neda, lê paşê roja ku di rojnameya bi navê Cumhurriyet'ê da hatin weşandin, rayagiştî hêj bêhtir agahdar bû, deng û gefên hikûmetê bilind bûn, li dijî weşana rojnameyê, herweha berpirsyarên wê ser li dadgehê da.

Li dijî gerînendeyê rojnameyê ser li dadgehê da, gerînendeyê Cumhurriyetê Can Dundar bû, ew û rojanemger Erdem Gul hatin desteserkirin.

Dundar di dadgehê da got, ku wî ew wênena ji parlementerekî stendiye, Kadri Enis Berberoglu, ji ber vê hat darizandin û cêza xwar.

Angaşta hikûmetê ev e, ku dozgerên TİR sekinandin û fermana sekirinê dan FETÖî bûn wana wene dabûn Enis Berberoglu!

Dadgehê bi vê biryara xwe, di eslê xwe da angaştên ku barê TİRan çek û teqemenî bûn rast, hikûmet jî derewîn derxist.

Eger ragihandina hikûmetê rast be, ango barê TİRan alîkarîya xwarin û derman be gelo çima dadgeh cezakî giran dide Enis Berberoglu, herweha Can Dundar û Erdem Gul tên darizandin.

Dadgeh di biryara xwe da dibêje ku "....agahdariyên dewletê ku divê bi veşartî bimana, temînkirina wana bi amancê siyasî, an jî bi mebestê sîxûrîyek (cesûsî) eskerî, herweha bi mebestê sîxûrîya eskerî eşkere kirina van agahdariyên dewletê ku divê bona ewlehîya dewletê veşartî bimana....."   

Ango, "...divêbûya agahdarî bona ewlehîya dewletê veşart bimana, lê bi mebestê sîxûrîyek eskerî hatine temîn kirin û eşekere kirin....", em dizanin ku alîkarîya xwarin û dermanî him bona ewlehîya dewletê ne girîng in, him jî ne tiştên stratejîk in.

Di hêla din da, CHPê di dengdana rakirina parêzbendiyê da dengê "ERÊ" bi kar anî, vê partiyê bawer nedikir ku dor dê bêt wana.

Heçkû, bi xalek derbasdar makezagon dihat guhertin, xal li dijî makezagonê bi xwe bû û herweha ne hiqûkî bû jî, heta serokê CHP bi helkefta gengeşiyê gotibû, ku "ev xal li dijî makezagonê ye, lê dîsa ewê dengê ERE bidin".

Eşkere dixuya ku ev guhertin, ango rakirina parêzbendiyê bona dema bihurî tenê li dijî HDPîyan bû, lê dor hat CHPîyan jî.

Piştê tewqufkirina Berberoglu, serokêgiştî CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi daxwaza "dadwerîyê" ketiye ser rêya Stenbul'ê, gelo kes tine ye bîne bîra wî, ku berê Berberoglu, li ser guhertina ne hiqûkî 12 parlementerên HDPî hatibûn zindar kirin.

Hikûmetê bi kêyfî kayyim pişand ser bi dehan şaredarîyan, ligel ewqas zor û zilmê deng ji Kiliçdaroglu derneket. 

Kiliçdaroglu dibêje "dadwerî bona herkesî", belê rast e dadwerî û demokrasî bona herkesî, lê divê ev berê ku mirov bikeve ber zorûzilmê bêt gotin.

16.06.2017/Semsûr    

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin