
Xelkê Qamişloyê ji bo YPJyê daket qadan
.
Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya fermandarên jin û bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) xwenîşandanek hat lidarxistin.
Xwenîşanderan daxwaz kir ku YPJ wekî xwe bimîne û tevlî nava artêşa nû ya Sûriyeyê bibe.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku daketin kolanan, diyar kir ku ew bi ti awayî naxwazin YPJ were hilweşandin.
Ew her wiha ew daxwaz dikin ku mafên jinan û Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî werin nivîsandin.
Şam qebûl nake jin bibin leşker
Tevî daxwazên xelkê, birêvebiriya Şamê daxwaza wan qebûl nake. Şam dibêje "nabe ku jin bibin leşker lê dikarin bibin polîs".
Xwenîşander Mûna Îbrahîmê li ser armanca derketina xwe ya qadan got:
“Em ji bo piştgiriya jinan û YPJyê derketine. YPJyê mafê jinan misoger kir.
Wê dewleta DAIŞê ji holê rakir û cîhan jê xelas kir. Îro YPJ nûnertiya me dike.”
Xwenîşandereke din a bi navê Rêwa Îbrahîmê jî daxwaza xwe wiha anî zimên:
“Em dibêjin divê mafê jinan û mafê YPJyê di destûra Sûriyeyê de hebe.”
YPJ di dema şerê li dijî DAIŞê de wekî hêzeke taybet a jinan hat damezirandin.
Jinên ku di nava YPJyê de ne perwerdeya leşkerî ya cuda dibînin lê di eniyên şer de li kêleka mêran şer dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin