Tîmeke nû yê Hevpeymanîya Navnetewî li Hewlêrê destbikar dibe

Tîmeke nû yê Hevpeymanîya Navnetewî li Hewlêrê destbikar dibe

Tîmeke nû ya leşkerî ya Hevpeymanîya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, li Hewlêrê destbikar dibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya malpera fermî ya wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, tîma kevin û tîma nû ya Hevpeymanîya Navnetewî li gel rêveberê çaksazîya wezareta Pêşmerge Lîwa Dilêr Mîran civîya ye.

Tîma nû ji alîyê du fermandarên Almanî û Îtalî ve serpereştîya wê tê kirin û erka wan peyvendîyên leşkerî yên navbera Hêzên Hevpeyman û wezareta Pêşmerge ye.

Ew tîma Hevpeymanîya Navnetewî xwedî rolekî berçav bûn di perwerde û rahênanên Pêşmerge û baştir kirina karûbarên wezareta Pêşmerge de.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin