Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Batmanê buroya xwe bi beşdarîyeke girseyî vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Batmanê buroya xwe bi beşdarîyeke girseyî vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 24.02.2019an li Batmanê buroya xwe bi beşdarîyeke girseyî vekir

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, namzedên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer Sait Aydoğmuş, Abdulkadir Demir, Şeyhmus Ünal, Zeki Ekinci, gelek sîyasetvanên Kurdistanî; rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê, gelê me yê Batmanê bi girseyî beşdarî danasîna namzedê serbixwe yê Batmanê Feyyaz Ekmen û vekirina buroya Batmanê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bûn.

Danasîna namzedê serbixwe yê Batmanê Feyyaz Ekmen li holeke mezin ya li Batmanê hate li dar xistin.

28.jpg

Endamê Meclîsa PAKê Siraç Kirici civîna danasînê birevebir.

Civîn bi sirûda netewî Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê bû.

Di destpêka civînê Endamê Meclîsa PAKê Siraç Kirici bixêrhatina beşdaran kir û di derbarê xebata Tifaqa Welatperwer û Demokrat de kurte axaftinek kir.


Paşê jî Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzedê serbixwe yê Batmanê Feyyaz Ekmen,di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axaftin.

Piştî axaftina Feyyaz Ekmen, Sirac Kirici namzedên serbixwe yên li holê amade ne, Sait Aydoğmuş, Abdulkadir Demir, Zeki Ekinci,Şeyhmus Ünal dawetî li ser dikê kir. Namzedan jî pêkve tifaq û yekgirtina xwe dane nîşandan.
Danasîna namzedê  serbixwe yê Batmanê Feyyaz Ekmen  bi coşeke mezin bi dawî hat. Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, , Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li gel girseyeke mezin ji hola danasînê heta Buroya Hilbijartinê ya Namzedê Serbixwe yê Batmanê li gel girseyeke mezin meşîyan.

40.jpg

Buroya Buroya Hilbijartinê ya Namzedê Serbixwe yê Batmanê ji alîyê Mustafa Özçelik û Bayram Bozyel ve hate vekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin