Tifaqa Welatperwer û Demokrat dê li Batmanê jî beşdarî hilbijartinên herêmî bibe

Tifaqa Welatperwer û Demokrat dê li Batmanê jî beşdarî hilbijartinên herêmî bibe

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê K.Ergün, Endamên Komîteya Birevebir a Navendî yên PAKê M.Kalhan û V.Aba îro ji bo amadekarîyên hilbijartinên herêmî, li Batmanê ligel rêvebir û endamên PAKê civînek li dar xistin.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün, Endamên Komîteya Birevebir a Navendî yên PAKê Mustafa Kalhan û Vahit Aba roja 20.01.2019an ji bo amadekarîyên hilbijartinên herêmî yên 31.03.2019an, li Batmanê li gel rêvebir û endamên PAKê civînek li dar xistin.
Mustafa Özçelik di derbarê xebatên giştî yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên ji bo hilbijartinên herêmî de agahdarî dan rêvebir û endamên PAKê.

Di vê civînê de rê û îmkanên beşdarîya hilbijartinên herêmî yên 31.03.2019an hate nirxandin. Bi rayeke giştî, li Batmanê, pêwîstî û potansîyeleke berbiçav ya ji bo beşdarîya hilbijartinên herêmî hate tesbîtkirin.

Di encama nirxandinên berfireh de ji bo li Batmanê beşdarîya hilbijartinên herêmî,bi êrêkirina rêveberîya PAK û PSKyê, biryar hate girtin.

Heta dawîya çileya paşîn a 2019an bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ,Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek û gelek welatperwerên Batmanê dê civîneke berfireh bê lidarxistin. Di vê civînê de Komîsyona Batmanê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat dê bê hilbijartin.


Herweha ji bo tesbît kirina namzedê serbixwe yê ji bo Şaredarîya Batmanê jî dê Komîsyona Batmanê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat xwedî selahîyet be û dê di demeke kurt de encam bê wergirtin.

batman2-004.jpgbatman3.jpgbatman4-003.jpgbatman5.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin