Tifaqa Kurdistanî deklerasyona HDPê sîrove kir

Tifaqa Kurdistanî deklerasyona HDPê sîrove kir

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ragihand ku di deklerasyona HDPê de hinek tespîtên erenî hene, lê ji deklerasyona ku bi HDPê re li hev kiribûn dûr e.

A+A-

Serokê PAKê Mustafa Ozcelik li ser mijarê bersivên pirsên ajansa Sputnik Kurdistanê da û diyar kir ku deklerasyona HDPê ji mijarên ku li ser hevdîtinan dikin dûr e û ji bo helwesta xwe ya hilbijartinê de jî dê di rojên beriya me de wek partiyên Kurdistanî biryar bidin.

 
Wekê ku cenabê we jî dizane Partiya Demokratîk a Gelan ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê deklerasyona xwe eşkere kirin. Gelo di deklerasyona HDPê de tiştên we wek partiyên Kurdistanî hêvî dikir hene?

 

Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan (PAK,PSK,PDK,PDK-T, Hereketa Azadî) li gel HDPê ji bo pêk anîna tifaqa hilbijartinê 10 rojan hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan de me û HDPê ji bo deklerasyoneke hilbijartinê ya ji 6 xalan pêk hatî li hev kir. Di vê deklerasyonê de xala yekemîn ev bû, ‘'Armanceke esasî ya vê tifaqê ew e ku em sîyaset û helwesteke ji bo bidestxistina maf û azadîyên netewî yên miletê kurd pêk bînin. Bi vê hişmendîyê, daxwazên bingehîn yên tifaqa me yên ku em ê ji bo pêk anîna wan bixebitin ev in: Mafê statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê, perwerdeya bi zimanê zikmakî, zimanê kurdî divê weke zimanekî resmî bê qebûlkirin, qebûlkirina nasnameya kurdan û di Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê de bicîh anîna van daxwazan."

 

'DIVÊ HEMÛ ALÎ JI BO PIRSA KURDÎ KURDISTANÊ BIBIN MIXATAB'

Xaleke din jî ev bû: ‘Tifaqa me dibêje ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa kurd û Kurdistanê, divê hemû alî bibin mixatabê dîyalogê. Mixabin ev deklerasyon di deklerasyona hilbijartinê yê rêzdar Selahattin Demirtaş û di ya HDPê de cih negirt. Me jî ji ber vê yekê dawî li hevdîtinên tifaqa hilbijartinê anî. HDPê di roja 23ê Gulanê de li Amedê deklerasyonek aşkere kir. Ev deklerasyon, her çend xwestîye xeletîya xwe ya di bîldîrgeyê de hinekî tamîr bike jî, ekletîk e, behsa statûyeke ku ‘'di nav çerçeweya dewleta unîter'' dike û dibêje mixatabê çaresîrîyê PKKê ye.

Di deklerasyona HDPyê de helbete ku hinek tesbîtên erênî jî hene. Lê belê ji wê deklersyona ku me û HDPê li ser li hev kiribû dûr e. Pêşnîyarîyên çareserîyê ne li gorî rastîya miletê kurd û Kurdistanê ye.HDP piştî ewqas bedelên ku hatine dayîn, hîna jî behsa ‘'dewleta uniter'' dike; ev jî cîhê mixabinîyê ye.

Helwesta partiyên Kurdistanî di hilbijartina 24ê Hezîranê de wê çawa be, hûn bi çi şiklî beşdarî hilbijartinê bibin ango hûn piştgiriya partiyekî bikin?

Me weke Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan xwest ku tifaqeke berfireh ya li ser prensîbên netewî û demokratîk ava bikin. Lê mixabin ev pêk nehat; hinek alîyên ku nexwestin bi tifaqeke weha sînerjîyeke mezin çêbibe, rê li ber vê tifaqe girtin. Di rojên pêş de em ê weke Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bicivin û li gorî sîyaseta xwe ya ku heta îro me meşandîye, helwesta xwe zelal bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin