Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tifaq ango Bloka Kurdî

A+A-

Berê dixwazim diyar bikim û bînim zimên; ”Rêxistineke herî xerab ji bêrêxistiniyê baştir e.” Lewra jî azadiya gelê bindest bi pêşevaniya partiyên wan pêk tê.

Em baş dizanin, di welatên kolonî yên weke Kurdistanê jî pêwîstiya wan ji hevkarî, tifaq û pêkvekarkirinê heye. Ev xaleke sereke ye. Heger tiştekî wiha pêk neyê azadî jî zehmet e bi dest bê xistin.

Ji bona me kurdan, partî û tevgerên me jî ji dema Ehmedê Xanî û heta roja îro her banga yekrêziyê, banga hevkarî û tifaqan tê kirin. Li gor van bangana jî em kurd nebûne xwediyê xwe û vê yekê.

Ji bona bidestxistina vê gelek hewldan, kar û xebat hatibin kirin jî, vana ji bona demeke dirêj tu encam nedane. Carinan li gor hin şert û mercan, hin hevkarî pêk hatibin jî, taliya taliyî bê ku ew bigihîje miradê xwe têk çûne.

Heger em hinekî dîroka xwe bînin bîra xwe, em ê bibînin ku me weke kurd tim jî hêjayî û destkeftinên xwe ji ber tunebûna tifaqa nava xwe ji dest dane.

Binêrin, UDGya dawiya sala 1979an û destpêka sala 1980î de (Ulusal Demokratik Gucbirligi) Hevkariya Demokrata neteweyî ku ji rêxistinên me (PSK, DDKD û RNK) li Bakurê Kurdistanê pêk hatibû, jiyaneke dûr û dirêj, xebatên li ser xeta neteweyî bi hev re kiribana, 'ez û ez'a xwe avêtibana dibû ku îro Bakurê Kurdistanê azad ba. Lê mixabin ev di demeke kin de hat û mir û tevgerên kurdan jî bi xwe re kuşt.

Piştî wê jî gelek hevkarî, tevkarî, hewldan û hwd jî hatin kirin lê yek jî ji bona demeke dûr û dirêj li ser esasa lihevkirinê jiyana xwe nedomandin.

Ji bêtifaqiya me, ji ber vê belawelabûna me, em jî ji hev ketin, bi hev ketin, nebûn xwedî hêzeke neteweyî û xurt. Heta dikarim bêjim, piraniya partî û rêxistinên me hema hema têk çûn per û baskên wan hate şikandin.

Piştî salên 1990î hêdî hêdî tevgerên welatparêzan ji nû de destpê kir. Partî û rêxistinên nû hatin damezrandin. Gelek ji partî û rêxistinên berê hatin nûjenkirin da ku karên xwe yên siyasî bidomînin. Ev jî baş bû lê têrê nekir.

Piştî sala 2000an îmkan çêbûn ku êdî rêxistinên me hin ji kadroyên (qadir) wan li Bakurê Kurdistanê vegeriyan. Hinan rêxistina xwe ya berê zîndî kir, hinan bi hevre rêxistinên nû damezrandin.

Ez zêde dirêj nekim ev xebatana hemû baş bûn, lê encam û serketina dihat xwestin pêk neanîn. Li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê mercên vekirina partiyên eşkere pêk hatin, di vir de jî xebatên baş kirin. Dest bi vekirina partiyan û hin ji wan jî bi navê Kurdistanê hatin vekirin, kirin.

Ev xebatana hemî baş bûn, hêja bûn, lê têrê nedikir. Dîsa weke salên 1970Î herkesî dikana xwe ango partiya xwe vekir, dîsa perçe bûn, ji hev ketin û bi serê xwe, li gor hêza xwe kar û xebat kirin. Lê her diyar bû ku ew jî ne bes bû. Hemû siyasetmedarên me ji vê agahdar bûn, lê mixabin nedihatin ba hev da ku bi hev re hêzeke neteweyî damezrînin.

Ji ber ku kurd fêrî bi serê xwe tevbigerin, bûbûn. Partî pir bûn, serok zêde bûn, lê tu kes û hêzan nikarîbûn bibin muxalet da ku li ser xeta neteweyî doza gelê xwe bikin. Ji ber ku hêza wan têrî vê nedikir.

Niha divê kurd êdî bêjin bes e, ev jihevketin, ev belawelabûn, ev tenêbûn. Dema ev gotin wê gavên ber bi hev bavêjin.

Niha li Bakurê Kurdistanê piştî damezrandina PAKê û bi saya gelek hewldanên wê, di hin waran de deng û reng hatin guherandin. PAKê her xwest wê belavbûn, jihevketina li Bakurê Kurdistanê rake. Ji ber vê jî gavên hêja avêt.

 Li gor wan hewldanên PAKê û hevduqebûlkirina partî û rêxisitinên me yên din, bi dilê me be, ne bi dilê me be, tifaqek pêk anîn. Pênc partiyên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û Kurdistanî ne hatine ba hev û gava yekem a bihevrekarkirin û yekrêziyê avêtin. Bi navê Bloka Kurdî ango tifaqa kurdî dest bi xebatê kirin û wê bikin.

Lê dema em li hin medyayên kurdan, li hin siyasetmedarên temenmezin û hin kêfçiyan dinêrin, tu dibêjî qey van partiyên me qebehateke mezin kirine, agir li wan dibarînin. Hê rewşa wan tam ne zelal e, hê baş ne eşkereye ku wê çi bikin, têne gunehkarkirin. Ji ber ku kurd fêrî encamstendinê nebûne û bi sebir jî nikarin li bendê bisekinin.

Divê her kurd ji wan re alîkar bin da ku bi vê yekê kurdên Bakurê Kurdistanê fêrî çanda yekîtî û yekrêziyê bibin. Divê em ji wan re bibin alîkar da ku kurdan fêrî hevguhdarîkirin, li hember hev bi rûmetgirtinê bikin. Heger ev yekîtî berdewam bike, sibê wê bibe altarnatîfa gelê me li Bakurê Kurdistanê. Ev ê bibe gaveke girîng ku ji dêlva belavbûnê wê çanda hevkarî û yekîtiyan pêk bîne.

Divê em li bendê bin û alîkar bin ku ev here serî, nebû jî ne taliya dinyê ye, partiyên me dikarin tifaqek din biceribînin. Dema mirov fêrî tama xwarinekê nebûbe, ew xwarin di destpêkê de bi me re nexweş tê. Piştî xwarina çend caran ew dibe xwarina me ya herî xweş. Mesele hevkarî û yekîtiyan jî wiha ye.

Di destpêkê de dibe ku gelek tiştên hevkarî, tifak û blokan bi xweşa me re nere. Lê em ji bona wan nebin asteng, em jî bi nivîsên xwe, bi zanînên xwe, bi perên xwe, bi hêz û qaweta xwe ji wan re bibin alîkar, em ê wê gavê daxwaza Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Qazî Muhamed, Seyid Riza, Şêx Seîdê Pîran û M. Mistefa Barzanî bi cih bînin.

Lewra dive em bi sebir û sikûnet, vê tifaq ango bloka niha ji pênc partiyên me pêk hatiye biparêzin, xwedî lê derkevin. Ya na dijminên me ranezên, ji bona tiştekî weha pêk neyê ewên bi her awayî kar bikin da ku vê têk bibin.

Dibe ku ne li gor dilê me be, dibe ku ne weke daxwazên me be. Lê her tişt li gor daxwaza herkesan pêk nayê. Lê herkes li gor daxwazên xwe jê re bibin alîkar aha wê demê dikare bibe weke me re jî.

Ji ber vê ye ez ji wan her pênc partiyên me re PAK, PSK, PDK Bakur, PDKT, Hereketa Azadî yê re serketinê dixwazim.

Divê em ji bîr nekin her çiqasî, Rêxistineke herî xerab ji bê rêxistiniyê baştir be, tifaqeq herî lawaz jî ji bê tifaqiyê baştir e.

Önceki ve Sonraki Yazılar