The Ekonomîst: Pileya Demokrasiya Tirkiyê di navbera Nîjerya û Pakîstanê de ye

The Ekonomîst: Pileya Demokrasiya Tirkiyê di navbera Nîjerya û Pakîstanê de ye

Di raporta bi navê 'Endeksa Demokrasiyê 2018an: Ez jî?' ya Kovara The Ekonomîstê, pileya demokrasiya 167 welatan hate nirxandin. Li gor vê raportê, Tirkiyê di rêza 110an de ye.

A+A-

Li gor endeksa demokrasiyê ya ku ji aliyê Koma Intelligence Unit a Kovara The Ekonomîstê ve hate amedekirin, di sala 2018an de cihê ku demokrasî herî zêde lê daketiye, Ewropa ye.

Di raportê de hat eşkerekirin ku sê welatên herî demokrat, li gor  rêzê, Swîsre, Îzlanda û Swêd in, hersê welatên di rêza dawiyê de jî li gor rêzê, Koreya Bakur, Sûrî û Komara Demokratîk a Kongoyê ne.

Di raporta ku li gor hin pîvanên demokrasiyê welat têne puankirin, welatên ku pileya demokrasiya Ewropayê dadixin, Îtalya, Tirkiye û Rûsy ne. Hat gotin daketina herî zêde li îtalyayê encam daye lewre piştî hilbijatrina Adarê, hevpeymaniya li dijî penaberan hatiye hikûmetê.

Tirkiye jî 10 derence ji îtalyayê kêmtir e Rûsya jî 9 derence jê kêmtir e. Li gor raportê di sala 2018an de Tirkiyê 10 10 derence daketiye û hatiye rêza 110an. Sedema daketina demokrasiya Tirkiyê jî weke bi guhertina sîstemê ya bo sîstema serokomariyê hat nîşandan ku di vê sîstemê de Serokomarê Tirkiyê baş naye venêrîn. Herwiha di raportê de tê gotin, hilbijartina serokomariyê ya Hezîrana 2018an di bin şertên awarte de pêk hatiye û ne adilane encam daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin