Teşkîlatên PAKê Bi Tedbîrên Corona Vîrusê Vedibin

Teşkîlatên PAKê Bi Tedbîrên Corona Vîrusê Vedibin

Teşkîlatên PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi tedbîrên corona vîrusê vedibin

A+A-

Jiber tedbîrên li dijî xeterîya corona vîrusê me teşkîlatên partîya xwe jibo demekê girtibûn. Lê piştî 1ê Hezîrana 2020an, li gorî şerdên bajaran em hêdî hêdî teşkîlatên partîya xwe vedikin. Li hemû teşkîlatan miheqeq divê tedbîrên pêwîst yên tenduristîyê û yên hîjyenê(Maske, dezenfekte, paqijî, mesafeya dûrbûna mirovan ya pêwîst û rê li ber girtina qelabalîxîya di nav buroyê de) bêne girtin.

Her teşkîlateke me li gorî şerdên bajarê xwe dê şiklê vekirina buroya partîyê tesbît bikin. Lê divê em li tenduristîya gelê xwe û hevalên xwe her agahdar bin, dîqet bikin.

Em bawer dikin ew kesên ku dê bêne Teşkîlatên PAKê jî dê pêwîstî û tedbîrên li himberî corona vîruse bicîh bînin.

04.06.2020

Buroya Çapemeni û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum