Termên 3 koçberên Kobanî piştî 40 rojî hatin dîtin

Termên 3 koçberên Kobanî piştî 40 rojî hatin dîtin

Termên 3 koçberên Kobanî ku 40 rojî ve li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di bin berfê de mabûn, hatin derxistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Peyamnêrê K24 li Bakurê Kurdistanê Hesen Kosan pêştir dabû zanîn, 13 koçberan ku dixwastin bi qaçaxî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji roja 7ê Sibatê ve li navçeya Çaldêranê nûçe ji wan hatîye birîn û eger e di bin berfê de mabin û canê xwe jidest dabin.

Peyamnêrê K24 ku wê demê ew babet dişopand dîyar kir, ku di nava kesên windayî de 3 kesên ji bajarê Kobanîyê hene û navên Azad Fethî, Ebdo Ehmed Rihmo û hevjîna wî Hindirîn Îbiş in.

Peyamnêrê me amaje bi wê jî da, Parêzgarê Wanê wê demê ji xwedîyên windayîyan û medyayê re re got, ji ber şert û mercên zehmet û barîna berfê, nikarin tîmên hawarhatinê bişînin wê deverê û li wan koçberan bigerin.

Endamê Komîta Şêwirmedîyê ya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Nebî Ebo Şilaş ku ji destpêka bûyerê ve bi malbatên windayîyan re vê pirsê dişopîne ji K24ê re ragihand, duhî termên Azad Fethî, Ebdo Ehmed Rihmo û hevjîna wî Hindirîn Îbiş bi alîkarîya rêxistinên yasayî û mirovî û pasewanên sînor hatin derxistin û ji bo nexweşxaneya Wanê hatin veguhastin.

Da zanîn jî,  piştî li nexweşxaneyê hin pişknînên tenduristî ji wan terman re bên kirin û rênimayên yasayî jî bên kirin, eger e piştî du yan sê rojan ji bo bajarê Kobanîyê bêne veguhastin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin