Termê Mele Ehmedê Namî hat veguhestin

Termê Mele Ehmedê Namî hat veguhestin

.

A+A-

Termê helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Namî ji bo goristana gundê Til Şeîrê hate veguhestin.

Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Namî ku gelek helbest nivîsandine, gelek helbest bûne stran û navdar bûne, termê wî duh Şemiyê 20ê Gulanê ji Goristana Qedûr Begê li bajarê Qamişloyê ji bo goristana gundê Til Şeîrê ya Aşîtan birin.

Kurê Mele Ehmedê Namî, Samî Namî beşdarî bultena Rûdawê bû û sedema vegustina termê bavê eşkere kir.

Samî Namî got: “Dema bavê min çû li ber dilovaniya Xwedê me ji ber hinek sedeman nekarî termê wî bibin gundê Til Şeîrê, lewma me li Gorista Qedûrê veşart. Ez her tim di nav diltengiyekê de bûm ku çima bavê min li Qedûrê be. Berî du salên xwişkên min xwestin biçin ser gora bavê min, lê mixabin ji ber ku gor gelek zêde bûne ya wî nedîtin. Carekê li Stockholmê televîzyonekê ligel min hevpevîn kir û ji min re got ku tê gotin tu nizanî gora bavê te li ku derê ye, lê tiştek wisa nîne ez dizanim li ku derê ye. Herwiha gelek kes û rewşenbîr ên hezkiriyên helbestên Namî dixwestin biçin ser gora wî lê nedikirin. Piştî vê yekê min biryar da em gora wî veguhezin.”

Samî Namî herwiha da zanîn berhema bavê wî ya bi navê “Daxwazaname” dê ji nû ve dîsa were çapkirin ku wî bixwe hinek li ser kar kiriye û naverokên helbestan zelal kiriye, berhema Agirê Sînemya Amûdê jî bi şêweyeke nû dê were çapkirin.

Mele Ehmedê Namî sala 1906an li gundê Erbetê yê girêdayî Nisêbînê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û temamiya jiyana xwe li Rojavayê Kurdistanê qedand.

Namî gelek berhemên hêja li pey xwe hîştin wek: Dîwana Daxwazname, Pirtûka Agirê Sînema Amûdê, Destnivîsek bi navê Çiko Li Bîr im, ku bîranînên xwe tê de bicih kirine û hin berhemên din.

 Mele Ehmedê Namî di roja 11ê Kanûna 1975an li bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Namî aşiqê azadî û rizgariya Kurdistanê bû. Namî hêviya xwe ya herî dawî wiha bilêv dike: "Dûr nemaye ez serê xwe deynim û kula welatê min bi min re, di gora reş û tarî de bê veşartin. Ez hêvîdar im ji xortekî Kurd roja welat azad bibe, ew bilez bê ser tirba min û mizgîniyê ji min re bîne da ku êdî ez bi xweşî li goristanê razim."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin