Tenê ji sedî 3 xwe "pir dilxweş" dibînin

Tenê ji sedî 3 xwe "pir dilxweş" dibînin

Li gor rapirsiyeke Saziya Ramanê (IPSOS) ku li 28 welatên cîhanê encam daye, %47ê xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne dilxweş in.

A+A-

Li gor rapirsiyeke Saziya Ramanê (IPSOS) ku li 28 welatên cîhanê encam daye, %47ê xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne dilxweş in. Tenê %3 xwe bi dilxweş dibînin, yên din jî li gorî kesên ne dilxweş xwe baştir dibînin. Xelk sedema nedilxweşiyê bi rewşa siyasî û aborî ya li Tirkiyê ve girê dide û dibêjin sedemek tune ye ku ew pê dilxweş bibin.

 

Saziya Ramanê IPSOSê li 28 welatên cîhanê li ser dilxweşiya xelkê lêkolînek kir. Di lêkolînê de ji 20 hezar û 357 kesan pirsa "Tu dilxweşî yan na?" hate kirin. Di encama lêkolînê de derkete holê ku xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji sedî 47 qet xwe nedilxweş nabînin.


 

Ji sedî 57 li gorî kesên nedilxweş xwe baştir dibînin. Tenê ji sedî 3 xwe "pir dilxweş" dibînin.


 

Xelk sedema nedilxweşiyê bi rewşa siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ve girê dide û dibêje tu sedemek tune ye ku ew dilxweş bibin.


 

Li Amedê kesek bi navê Eşref Tekîner dibêje ger li Tirkiyeyê partiya îsyanê bê avakirin ew dibe yekem kes ku biçe deng bide wê partiyê.


 

Piştî Tirkiyê welatên herî nedilxweş Malezya, Şilî, Rûsya, Spanya û Arjantîn in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin