Occo Mahabad

Occo Mahabad

NISIVKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID

A+A-

Occo Mahabad

teknolojiya-nu-android-occo-mahabad.jpg

Android ji bo telefonên destan pergala xebatê ye. Android bi temamî bi kodên vekirî û li ser bingeha pergala LINUX’ê hatiye sazkirin û pêşxistin. Ji ber ku LINUX pergaleke bêpere ye û mafê telîfê naxwaze, ev bêperebûn û belaşî bala şirketan kişandiye. Androida ewil bi zimanê JAVA’yê tê nivîsandin û kontrolkirin.

Ev pergala xebatê ji aliyê şirketa Google û Handset Allience ve ji bo PDA û telefonên destan (cêb) hatiye çêkirin û amadekirin. Google di sala 2005’an de şirketa Android Inc.’ê dikire û şirketeke nû ya bi navê PALTO ALTO’yê saz dike. GOOGLE ji bo pêşxistina pergala ANDROID’ê bi bernamenûsên wekî Andy Rubin (Damezrînerê şirketa DANGER e), Rich Miner (Damezrinerê şirketa WILDFIRE e), Nick Sears û Chris White (BERNAMENÛS) re peymaneke berfireh îmze dike û bi wan re ji bo çêkirin û pêşxistina pergala Android’ê bi salan e xebatan çêdike.

 

Şirketên wekî Samsung, HTC, Motorola, LG, Sony Ericsson û Huaweyî di telefonên xwe de pergala ANDROID’ê bi kar tînin. Ev teknolojî û sepana nû roj bi roj mezintir dibe. Di roja me de nêzîkî 300 cîhazan de ew sepan tê bikaranîn.

 

Android di nava xwe de ji 250 hezarî zêdetir sepanên kêrhatî û cuda dihewîne. Ji bo daxistina sepanên Androidî divê hûn marketa Androidê bi kar bînin.

 

 

v-001.jpg

TAYBETIYÊN ANDROIDÊ

 

Hûn dikarin bi Androîd’ê kiryar û peywirên pirî (multitasking), tikandinên pirî (multitouch) pêk bînin. Taybetiya herî baş ew e ku ev PERGAL desteka FLASH’ê jî dihewîne.

 

Taybetiyên din jî ew in:

 

Xêzkirina Handsetê : Hûn dikarin bi saya vê taybetiyê grafîkên 2D, kiryarên VGA Û OpenGL ES’yê bi kar bînin.

 

Depokirin: Ev taybetî bi bikaranîna kiryara SQLite’ê agahiyan berhev dike û bi kar tîne.

 

Peyamşandin: Em bi saya vê taybetiyê hem SMS û hem jî MMS dişînin.

 

Gerokên WEB’ê: Gerokên Android’ê li ser bingeha WebKit application framework’ê û bi kodên vekirî hatine sazkirin. Telefonan bi saya vê taybetiyê bi gerokekê girêdayî înternetê dibin.

 

Desteka Medyayê: Androidan formatên deng û vîdeoyan destek dikin. Formatên sereke yên destekkirî ew in: MPEG-4, MP4, H.264, MP3, AAC, AMR, JPEG, PNG, GIF…

 

Hûn vîdeo,muzîk û wêneyên xwe bi saya vê taybetiyê bi kar tînin.

 

 
 Açıklama: https://i2.wp.com/www.bernamegeh.org/wp-content/uploads/2019/06/images.jpg?resize=299%2C168&ssl=1

 

 

 

ÇEND GUHERTO (VERSIYONÊN) ANDROID’AN…

 

Çend guhertoyên ku heta niha derketine piyaseyê bi dîroka weşanê û platformên xebatê ve li jêr hatine rêzkirin.

 

GUHERTO

 

Guherto

 

 

 

  Nav

 

 

 

Dîroka Weşanê

 

 

 

Platforma Xebatê

 

    1.  

 

     First

 

    9 Sibat 2009

 

       Telefonên Destan

 

1.5

 

Cupcake

 

30 Avrêl 2009

 

Telefonên Destan

 

1.6

 

Donut

 

15 Îlon 2009

 

Telefonên Destan

 

2.0/2.1

 

Eclair

 

26 Cotmeh 2009

 

Telefonên Destan

 

2.2

Froyo

20 Gulan 2010

Telefonên Destan

 

2.3

 

GingerBread

 

  6 Berfanbar 2010

 

    Telefonên Destan

 

3.0/3.1/3.2

 

 

Honeycomb

 

 

Sibat 2011

 

 

       Telefonên Destan

 

4.0 İcre Cream

 

 

Sandwich

 

 

Avrêl 2011

 

 

Telefonên Destan û Kompîturên Tablet

 

 

 

Em dibînin ku ev teknolojiya nû pir zû pêş dikeve û mezin dibe. Divê em Kurd jî ji niha ve pergala Android’ê nas bikin û pê mijûl bibin. Ya baştir ew e ku pergal û sepanên Android’ê bi kodên vekirî û li ser bingeha LINUX’ê ye. Yanî herkes dikare sepaneke Androîdî çêke an jî pergala Android’ê li gorî ziman û armanca xwe  biguherîne, çêke û pêş bixe. Kurdno pergala Android’ê li benda we ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar