Tanrikûlû: Heke em bibêjin ji me re çî ye dê dor bê şaredariyên din

Tanrikûlû: Heke em bibêjin ji me re çî ye dê dor bê şaredariyên din

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku li dijî qeyûman biryardariyek hevpar çêbûye û wiha got: "Em ê vê bingehê xurt bikin. Heta ku em wan ji desthilatê bixînin dê têkoşîna xwe bidomînin."

A+A-

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku li dijî qeyûman biryardariyek hevpar çêbûye û wiha got: "Em ê vê bingehê xurt bikin. Heta ku em wan ji desthilatê bixînin dê têkoşîna xwe bidomînin." 

Parlamenterê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû piştgirî da çalakiya ku ji aliyê HDP'ê ve li dijî tayînkirina qeyûman tê lidarxistin û serrdana çalakiyê kir. Tanrikûlû ji ajansa me re axivî û diyar kir ku pêwîst nake ku darbe bi tank, top û çekê pêk bê û wiha got: "Tunehesibandina hilbijartina ku bi sandoqê teşe girtiye, darbeyeke siyasî ye. Sererastkirina vê darbeya siyasî ya bi KHK'ê nayê wateya ku li gorî Destûra Bingehîn e."

 

Tanrikûlû bi bîr xist ku pêkanîna qeyûm a AKP'ê di sala 2016'an de ji parlamentoyê derbas nebûye û ev tişt got: "Vê pêkanînê anîn Meclisê. Lê li ser bertekên partiyên muxalefetê AKP neçar ma ku vê di vê mijarê de paş de gav bavêje. MHP jî li dijî vê pêkanînê derketibû. Lê paşê AKP'ê vê pêkanîna li dijî Destûra Bingehîn bi KHK'an derbas kir. Di encama vê yekê de di sala 2016'an de zêdetirî 90 şaredar ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin." 

 

'DI DORÊ DE ŞAREDARIYÊN DIN HENE'

 

Di berdewamê de Tanrikûlû bal kişand ser mêjiyê qeyûm û ev tişt anî ziman: "Mêjî qeyûm mêjiyê talanê ye. Me dît ku qeyûman li herêmê çawa dahat û çavkaniyên şaredariyan talan kirine. Em zanîn ku li Wanê milkên şaredariyê ji alîgiran re hatin pêşkêşkirn. Em zanîn ku li Mêrdînê çavkaniyên şaredariyê ji siyasiyan re hatiye veqetandin. Dîsa em zanîn ku qeyûm li Amedê çawa bi bindeq û fistiqan re mijûl bûye. Em bi piştevaniyê vê bingehê bi hêz bikin. Heke em ji tiştên ku li Amed, Mêrdîn û Wanê pêk hatiye re bibêjin ji me re çî ye, dê dor bê şaredariyên din. Her çiqas ev darbe li dijî vîna amediyan pêk hatibe jî di rastiyê de li dijî vîna hemû welatiyên Tirkiyeyê pêk hatiye." 

 

'BIRYARDARIYEK HEVPAR ÇÊBÛ'

 

Tanrikûlû destnîşan kir ku li dijî qeyûman biryardariyek hevpar çêbûye û û axaftina xwe bi van gotinan temam kir: "Li Tirkiyeyê wijdaneke hevpar çêbû. Em ê vê bingehê bi hêz bikin. Tişta ku me di 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de di sindoqê de anî serê AKP'ê, di çarçoveya hiqûqê de em ê dîsa bînin serê AKP'ê û heta ku wan ji desthilatê bixînin têkoşîna xwe bidomînin." 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin