Sûrîyê hin partîyên Rojava bo Şamê vexwand

Sûrîyê hin partîyên Rojava bo Şamê vexwand

Endamê Komîteya Serokatîya Hevbendîya Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê, Salih Gedo ji Rûdawê re re ragihand, ku ji bo dîyaloga bi hikûmeta Sûrîyê re, berî mehekê Hevbendî ji alîyê Şamê ve hate vexwendin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Niha hikûmeta Sûrîyê dixwaze alîyên Kurdî bi wê re dest bi danûstandinan bike, endamê  Komîteya Serokatîya Hevbendîya Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê Salih Gedo ragihand ku berî mehekê Hevbendî ji alîyê Şamê ve hate vexwendin û got, divê hemû alî Kurdî bi hev re beşdarî dîyaloga bi hikûmeta Sûrîyê re bikin.

Heta niha alîyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê li ser projeyeke hevbeş lihev nekirine, lê hikûmeta Sûrîyê hin alîyên Kurdî bo Şamê vexwend. Hikûmeta Sûrîyê ne amade ye îtîraf bi Rêveberîya Xweser bike û dixwaze di çarçoveya Yasaya Birêveberîya Xwecehî danûstandinê bike.

Endamê  Komîteya Serokatîya Hevbendîya Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê, Salih Gedo ji Rûdawê re re ragihand, ku ji bo dîyaloga bi hikûmeta Sûrîyê re, berî mehekê Hevbendî ji alîyê Şamê ve hate vexwendin.

Salih Gedo dîyar kir: “Heta niha li ser erdê tiştek çênebûye, berî mehekê em ji alîyê rejîmê ve hatin vexwandin, ji alîyê Şamê ve em wek Hevbendî hatin vexwandin, ez bawerim hin alîyên din jî hatin vexwandin, ji bo ku dîyaloga bi Şamê re dest pê bike. Bersiva me ev bû ku ev yek berpirsyarîyek netewî ye, divê hemû alîyên Kurdî di danûstandinan de, di dîyalogê de amade bin, ji ber ku ev berpirsyarîyeke netewî ye. Xala duyem ev e ku çi li cem dewletê heye ku bide gelê me ku em li ser nîqaşê bikin, maseya ku em li ser rûnin divê tiştek jî hebe em nîqaşê li ser bikin û em bikarin bi hev re bigihin encaman ku têde mafên milletê me cîbicih bibe.”

Lê Partîya Pêşverû red dike ku ji alîyê Şamê ve hatibe vexwendin û eşkere dike, ew dîyaloga bi Şamê re girîng dibînin û tekez dike, piştî êrîşên vê dawîyê, bijardeyên Kurdan kêm bûne.

Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Pêşverû, Faris Osman ji Rûdawê re got: “Ti vexwandineke fermî ji partîya me re nehatîye wek Partîya Pêşverû, lê danûstandinên bi Şamê re di bawerîya me de giring e, ji ber ku gelek bijardeyên me wek tevgera sîyasî ya Kurdî kêm bûne piştî (şerê) Serê Kanîyê. Ji tevgera sîyasî ya Kurdî tê xwastin ku îro lêvegereke mezin çêbikin ku çawan em dikarin amala xwe mala xwe rêkûpêk bikin, çawan em dikarin şandeke Kurdî ya taybet çêbikin ku here bi Şamê re bide û bistîne.”

Endamê Desteya Birêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl jî li ser pirsa dîyaloga bi Şamê re bi kurtî axivî û got, heta niha ti pêşketinek çênebûye.

Aldar Xelîl got: “A niha mirov nikare tiştekî wisa bêje, ji ber hîna pêvajo dest pê nekirîye. Lê hêvîyên me ev in,  em di hundirê Sûrîyê de, xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Hewlên dîyaloga bi Şamê re di demekê de ye, ku heta niha jî alîyên Rojavayê Kurdistanê bi xwe li ser projeyeke hevbeş a neteweyî lihev nekirine, lê hewlên nêzîkîkirina ENKSê û Rêveberîya Xweser di rojevê de ne.

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin