Sûriyê gef li kurdên Rojava xwar: Piştî Idlibê armanca me rojhilata Firatê ye

Sûriyê gef li kurdên Rojava xwar: Piştî Idlibê armanca me rojhilata Firatê ye

Hikûmeta Sûriyê careke din li ser asta bilind gef li Rojavayê Kurdistanê û rojhilata Feratê xwarin. Welîd El-Muelim wezîrê derve yê Sûriyê ragihand, ku piştî rizgarkirina parêzgeha Idlibê ji terorê armanca me Rojhilata Firatê ye.

A+A-

Di konfranseke hevbeş de li gel Îbrahîm Caferî wezîrê derve yê Iraqê, Welîd El-Muelim gef li kurdên Rojavayê Kurdistanê xwar û da xuyakirin: “Em rijd in li ser vegerandina bihost bi bihostê axa Sûriyê û divê Kurd di navbera danûstandin û yan jî rêyên din yekî hilbijêrin.”

 

El-Muelim ku Kurd weke bira bi nav kirin, di nav axavtina xwe de, bi şêweyekê nerasterast gef li Kurdan xwar û got, divê ew di navbera diyalogê û rêyên din de biryara xwe bidin. Her çend Muelim zelal nekir ku ew rêyên din çi ne, lê ne ji mêj ve ye, ku serokê Sûriyê ew rê destnîşan kiribûn.

 

Beşar Esed ê serokê Sûriyê pêştir di daxuyaniyekê de gotibû, ji bo çareserkirina mesleya deverên li rojhilata çemê Firatê du rê li pêş Şamê hene, diyalog û şer. Esed gotibû, ew piştevanî li diyalogê dikin, lê eger ew rê bê encam be, ew dê bi rêyên serbazî meseleya deverên li rojhilatê çemê Firatê çareser bikin.

 

Muelim behsa danûstandinên hikûmeta Sûriyê û kurdan jî kir û got, eger Kurd her pişta xwe bi Amerîkayê girê bidin, danûstandin li gel wan windakirina demê ye.

 

Serokê saziya dîplomasiyeta Sûriyê daxwaz li kurdan kir, ku kabên xwe li ser pişta Amerîkayê nehavêjin.

 

Derbarê sîstema federal û daxwazên kurdan di vê derbarê de, El-Muelim got, ku pêşinyarkirina federalîzmê li dijî destûrê Sûriyê ye, û dewleta Sûriyê rêzê li destûrê digire.

 

Wezîrê derve yê Sûriyê di vê bareyê de got: “Projeya federaliyê li dijî destûra Sûriyê ye û em weke dewlet rêzê li destûrê digirin û em rê nadin binpêkirina wê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin