Suriye-Ciwanekî Kurd di bin îşkenceyê de hat kuştin

Suriye-Ciwanekî Kurd di bin îşkenceyê de hat kuştin

.

A+A-

Ciwanekî Kurd li dezgeheke ewlehiyê ya hikûmeta Sûriyê di bin îşkenceyê hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku ciwanekî Kurd bi navê Azad Ebdulqadir Xelîl li dezgeheke ewlehiyê ya hikûmeta Sûriyê di bin îşkenceyê hat kuştin.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, piştî 2 mehan ji girtina wî, li zindana Dezgeha Ewlehiya Siyasî ya Helebê ya hikûmeta Sûriyê, ciwanê Kurd Azad Ebdulqadir Xelîl di bin îşkenceyeke tund de canê xwe jidest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dide zanîn ku piştî bûyerê malbat agahdar kirine ku termê wî werbigire.

Azad Ebdulqadir Xelîl 35 salî bû, xelkê gundê Xelalko ser bi nahiyeya Bilbilê ve bû.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê ew ciwanê Kurd li ser rêbendekê li bajarê Helebê girtibû û ew 2 mehan li cem xwe girtibûn û gelekî îşkence kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin