Strana serxwebûnê îcar li qada Kopenhangê dengveda

Strana serxwebûnê îcar li qada Kopenhangê dengveda

02.09.2017 li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê bi beşdariya ji hezaran zêdetir hevwelatiyên Kurdistanê û hevwelatiyên Danîmarkî festîvalek piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê birêve birin.

A+A-

 

Li dîyaspora, bi taybet li Ewrûpa helwesta serxwebûna Kurdistanê her roj geştir dibe. Roj nîne ku Kurdistanî bi alayên xwe li kolan, meydanan, salonan û medyayê de hest, helwest û daxwazên xwe yên welatekî serbixwe û azad tînin ziman.

02.09.2017 li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê bi beşdariya ji hezaran zêdetir hevwelatiyên Kurdistanê û hevwelatiyên Danîmarkî festîvalek piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê birêve birin.

kopenhang.2.jpg

Festîval, bi sirûda netewî û rêzgirtina pakîya canê şehîdên Kurdistanê bi bilindkirina ala Kurdistanê destpê kir. Piştê rêzgirtinê, peyama Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî hate xwendin. Bi xwendina komîteya referandûma serxwebûna Kurdistanê, Wezîra derve ya berê ya Danîmarka û endamê Partîya Sosyalîst ya Gel ya Danîmarka Holga K. Nielsen, dîsa parlamenterê Partîya Sosyal Demokrat Lars Aslan Rasmûsin, û parlamentera Partîya Gel ya Danmark Channe Nielsen bi axaftinên xwe piştgirî dan referandûma serxwebûna Kurdistanê û dawe li welatê xwe kirin ku piştgirîya daxwaza gelên Kurdistanî bikin.

kopenhang.3-001.jpg

 

Herwiha peyama Însîyatîfa Bakûrê Kurdistanê ya Piştgirîya Referandûma Serxwebîna Kurdistanê jî ji alîyê Mîrza Akar ve hate xwendinê.

Festîval, bi mûzîk, govend û coşekî mezin heta derengê şevê domand.

Festival ji alî Komîteya Piştgiriya ya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê, ku ji alî Partiyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê û Federasyona Komelên Kurdî ve hatîye damezrandin ve birêve çû.

Televîzyona Kurdistan24 festîvalê bi zindî weşand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin