Stenbol: Tirkan êrîşî karkerên kurd ên bi kurdî diaxifîn kir

Stenbol: Tirkan êrîşî karkerên kurd ên bi kurdî diaxifîn kir

Polîs mudaxle nekir û tenê li bûyerê temaşe kir

A+A-

Komeke tirkên nijadperest êrîşî karkerên kurd ên kolana Tersanelerê ya navçeya Tuzlaya Stenbolê kir; ji ber di dema derketina ji karî bi kurdî diaxifîn. Yek ji karkeran Huseyin Gumuş ji serê xwe bi giranî birîndar bû û Selman Gumuş jî lingê wî şkest.

Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, herdû karkerên birîndar rakirine nexweşxaneya Marmarayê. Herwiha karkeran li Qereqolê gilî li êrîşkaran kirine û gotine ku sedema êrîşî tenê ew bû ku bi kurdî axaftine.

Rewşa Huseyin Gumuşê ji serê xwe birîndar bûye giran e. Ji aliyekî din ve, karkeran got ku di dema êrîşê de, wan polîs agahdar kir jî lê polîs mudaxle nekir û tenê li bûyerê temaşe kir.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin