Soylu: Em Dê Te Perîşan Bikin

Soylu: Em Dê Te Perîşan Bikin

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu rexne li serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bo Amedê girt.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu rexne li serdana Srokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bo Amedê girt û got: “Karê xwe bike yan em dê te perîşan bikin. Em zelal ji te re dibêjin. Ji bo vî welatî û miletê em guhdariya kesê nakin. Hedê xwe bizane.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li bajar, Bursayê beşdarî Civîna Koçberiya Bêserûber bû û têde gotareke pêşkeş kir û herwiha li dijî serdana Ekrem Îmamoglu y abo Amedê û hevdîtina ligel şaredarên bajarên Kurdan ên ji kar hatine dûrxistin de helwesta xwe nîşan da.

Suleyaman Soylu piştevaniya xwe bo danîna qeyûman li şûna şarêdarên Amed, Wan û Mêrdînê dubare kir û gef li Serokê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu  xwar ku hevdîtin bi Ahemet Turk û Selçûk Mizrakli yên ji kar hatine dûrxistin kiriye.

Soylu bo Îmamoglu wiha got: “Ez bi zelalî ji te re dibêjim, karê xwe bike, eger tu karê xwe bikî cihê te li ser serê me heye, lê eger tu dervey karê mijûlî hinek karên din bibî em dê te perîşan bikin. Ji bo vî welatî û miletê em guhdariya kesê nakin. Hedê xwe bizane. Ev 40 sal e dewlet mijûlî terorê dibe û em niha gihîştine xaleke berbiçav. Ne hedê te ye du wan dîsa bihêz bikî. Di sala 2014an de partiya siyasî ya piştevaniya PKKê dikir 103 şaredarî bidesxistin lê di sala 2019an de 59 bidestxistin. Me pişta wan şikandiye.”

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu 31 Tebaxê, bo hevsoziya li gel şaredarên ji kar dûrxistî yên bajarên Kurdan, serdana bajarê Amed ê Bakûrê Kurdistanê kiribû û ligel Ahemet Turk û Selçûk Mizrakli civiyabû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin