Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Sofîzma Melayê Cizîrî

A+A-

Bêşik Melayê Cizîrî yek ji navdarên wêjeya Kurdî ye. Lê Melayê Cizîrî ne tenê helbestvan e, di heman wextê de xwediyê dîtinên felsefî û teolojî ye jî. Li hemû beşên Kurdistanê Kurdan bi haweyekî Melayê Cizîrî nas kirine. Ew ji bona Kurdan Melayê evîndar e, Melayê zana ye, xwediyê rêbazeke xweser e. Melayê Cizîrî di nava wêjeya Kurdî de qanûneke, kevneşopîyeke, stîleke sistematîk damezrandiye. Gelek helbestvan û nivîskaran piştî mirina Mela dane ser şopa wîna. Xwestine bibine weke Melayê Cizîrî. Di warê helbestan de, qasîdeyan de an ji mûzîka Kurdî de mirov gelek caran li berhemên Melayê Cizîrî rast tê. Miletê Kurd xebatên Melayê Cizîrî weke nasnama xwe heta nûha pejirandine. Bi kîjan formatî bêne pêşkêş kirin, bila bêne pêşkêş kirin lê herdem kuranîyeke wêjeyî di berhemên Melayê Cizîrî de heye. Gelek xebatên hünerî, kulturî û akademîk li ser xebatên Melayê Cizîrî hatıne kirin...

Navê Mela yê rastî Ehmed e. Mela weke ku ji paşnavê wîna ji baş dîyar dibe, ji herema Botan e û li bajarê Cizîrê ji dayîk bûye. Ji bona ku îcazeta melatiyê bigire hatiye medresa gündekî li Diyarbekirê û dûra ji vir derbasî Heskifê bûye. Helî dawî jî hatiyê bajarê Cizîrî û li cem Mîr Şerefxanê Cizîrî, di Medresa Sor de derz daye. Melayê Cizîrî di navbêna salên 1570- 1640 jiyaye.

Li ser dîvan, dem, jîyan û şîrovekirinên helbestên Melayê Cizirî xebatên cûrbecûr hatine kirin. Navên weke Mela Ehmedê Zıvingî, Eladin Secadî, Abdullah Varlı, Celalettin Yoyler, Mihemed Elî Ewnî, Mihemed Zekî Beg, Zeynelabidin Zinar, Emîn Newrozî, oryantalistên weke Alexander Jaba û Martin Hartman, helbestvanên weke Hejar û Cegerxwîn ûhw li ser Melayê Cizîrî şîroveyên baş kirine. Gelek caran li ser hurgiliyên di jiyana Mela de niqaşên gelek cüda tên kirin. Di hinek xebatan de efsûn û rastiyên dîrokî têkılhev dibin. Ji ber kêmasîya zanebûnên zanistî dem, bajar, kesayetîyên dîrokî, helbestvan, navên Mir û hikumdaran cih diguherin. Mijara hinek ji van xebatan ku bi taybet li ser sofîzma di helbestên Mela de tomar dibin û bi vê mijarê ve girêdayî hebûna mirovan, astronomi, erdnigarî, şirûşt, zanebûn, evîn û hemahengîya di nava civak û ol de bi hevdû re tên hûnandin. Di navbêna hemû cûre zanebûn û tecrûbeyan de bi zelalî diyalektîka madî û manewî hevdû timam dike. Zanebûna ku Melayê Cizîrî li ser ristên xwe dirês e piralî kamil dibe, kur dibe, berfireh dibe û dikeve nava tekstên wêjeyî. Ji ber wan sedeman avansaziya ku Mela gav bi gav ava dike, dibe xwediyê gelek bingehan. Mirov nikare zanebûn û fikrên Melayê Cizîrî tenê daxîne ser yek bingehî. Li ser yek bingehî şiroveyên zanîstî bike. Ji ber ku di berhemên Mela de pirbingehîbûn heye, ev bingeh jî di nava danûstıneke piralî de ne û pêwendiya wana hertim aktif in, ne pasif in. Mela bi qasî ku oldar e, ew filozof e, wêjevan e, civaknas e û hemû cûrê zanebûnê di nava berhemên xwe de jî kom dike.

Dîvana Melayê Cizîrî ku ji 114 helbestan pêktê û helbestên wî heta nûha bi Zaravên Kurmanciya Jorîn û Jêrîn hatinê şîrovekirin. Rêbaza ku Melayê Cizîrî danîye ber xwe, di nava kultura Îslamê de weke Sofîzm tê bi nav kirin. Sofîzm weke dîtin û rêbaz li cem Faris, Ereb, Tırk û Kurdan baş pêş de çûye. Di dema helbesta Klasîk de rêbaza herî payebilind sofîzm bû. Oldarên Faris, Ereb, Tirk û Kurd gelek caran berhemên xwe bi rêya tesewûfa olî formüle dikin û di warê wêjeyê de kevneşopîyeke dewlemend avakirine. Bêşik û guman yek ji pêşengê rêbaza tesewûfa Kurdî Melayê Cizîrî ye. Dûra jî li ser rêbaza Melayê Cizîrî kevneşopîya sofîzmeke Kurdî hatiye damezrandin.

Li ser Melayê Cizîrî Akademîsyenê Zanîngeha Şirnexê Ruhullah Öz – ku weke Melayê Torî jî tê nas kirin- xebateke piralî nivîsandiyê. Navê pirtûka wîna “Sufinin Akidesı, Molla Ahmed el Cizîrî Örneği, çap 2019”. Ruhullah Öz di xebata xwe de bi kuranî qala sê cûreyên zanebûnan dike. Li gorî teolojiya Îslamê zanebûnên ku bi rêya aqil derdikevin pêş hene, zanebûnên ku bi rêya hest û tecrûbeyan derdikevin pêş hene û zanebûnên ku bi rêya pêjnê derdikevin pêş hene. Her sê cûreyên zanebûnê jî di teolojîya Îslamê de xwediyê warên xweser in. Ev babetên zanebûna li gorî deman û dibistanên kelamê tên guhertin, li gorî kevneşopîya wan dibistanan yek dikeve pêşîya yekî an ji girani dikeve ser yekî ji wana. Lê her sê babet ji hevdû înkar nakin.

Li gorî nêzikbûna wan her sê ekolan xetên felsefî, wêjeyî, ontolojî û ramanwerî hatine afırandin. Çavkanîyên wan ekolan yên gelekî dîyar hene, listên wana ji bona zanebûnan hene, qanûnên wana yên xwedinê hene. Ev her sê ekolên zanebûnê ji xwe re warên xweser avakirine, pîvanên zanebûnê ji xwe re danîne, sembolîzmeke taybet ji xwe re afirandine, ûhw. Ango kurt û kurmanci, ji bona ku mirov Melayê Cizîrî baş fêm bike, wîna rast şîrove bike divê bexçeyê ku Melayê Cizırî jê fekî dida hevdû jî nas bike. Tûrikê Melayê Cizirî bi rastî tije gotin, fikir, metafor û zanebûn in. Divê mirov dewlemendiya Tûrikê Melayê Cizîrî baş karibe analiz bike. Melayê Cizîrî teolojîya Îslamê, sembolîzma sofîzmê û evîna Xwedayî bi zimanê Kurdî bi hevdû re hûnandîye. Ji ber wilo jî Mela di wêjeya Kurdî de bûye navekî mezin û giranbûha.

Helbesta Melayê Cizîrî ku bi navê “Sebahul Xeyrî Ya Xanim” bi rêya muzîka Zubêr Salîh, wan salên dawî  gelek baş belav bû. Gotin û melodî ya stranê hertim di bala min de ye. Bı rastî vê stranê bi stîla xweser ya Zubêr Salih deng da û kete nava dilê Kurdan. Ev stran bêyî ku gelek gotinên wêna baş bêne fêm kirin jî ketiyê ser levên ciwanan, evîndaran, helbestvanan, hunermendan ûhw. Di vê helbestê de mirov pêrgî gelek sembol û dîtinên tesewûfê dibe. Melayê Cizîrî ji bona ku di kuranîya dilê yara xwe de ji xwe re hêlîneke germ ava bike, ew her pesnê hêzkiriya xwe dide; bedewbûna wêna, rûmeta wêna, taybetmendiyên wêna, bejn û bala wêna, renge wêna bi gotinên xweş, kur û xweşik bi hevdû re dires e. Melayê Cizîrî cısmê evîndara xwe bi gotinên neqandî dixemîlîne. Evindara xwe wek bûkekê xemilandî derdixe pêşberî xwe û her pesnê yara xwe dide. Mela dibêje; “Were pêşber Melayê xwe, şehîd û muptelayê xwe, bi şefqet ke liyaqê xwe, Mela nemrit bi dayê xwe” Mela, çiqase xweşikbûn, layîqbûn, pesindan, şibandin di xurcezîna wîna de hebin, wana yek bi yek li hezkiriya xwe re parve dike. Hêzkiriya xwe ji aliye bedewbûnê de tekûz dike, nûwaze dike. Hemû wan taybetmendiyên bedewbûnê li cem yara xwe dibine. Çiqasî pesnê yara xwe dide jê têr nabe, ew hey xwe di vê mijarê de kêm dibine. Dibêje; ez çiqasî bibêjim ne bes e! Yara min layıqî gelek tiştên din e jî. Mela muptelayê yara xwe ye, şerxoşê wêna ye, girêdayî wêna ye ûhw…

De îca ji nûha û pêde hûn jî ji kerema xwe re li dewsa yara Melayê Cizîrî bibin pesindarê welatê xwe. Evîndara me Kurdan bila bibe welatê me. Ew evîndara bedew bila Kurdistana me bi xwe be. Kurdistana ku bindest e, di nava lepên bîyanîyên dagirker de ye, bi dengekî zîz ji me re dibêje û diqîre; min ji bindestî û bêrûmetiyê rızgar bikin Kurdino! Belê… Li dewsa yara Melayê Cizîrî, em jî ji nûha û pêde şabaşan ji Kurdistana xwe re bikin û bibin xebatkar û muptelayê welat, nasname, kultur, dîrok û zimanê xwe…

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin