Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Siyasetmedarên sivîl û imtihana bi dîrokê re

A+A-

Vê gavê nayê bira min, lê min li cîhekî ev hevokên jêrin xwedibû:

“Ujdan wek dadgereke nayê xapandin, tenê dibê hun wê bikujin.“

Bi girtina Hevserokên Şaredariya Amedê û bi şerê rizgarkirna Musulê difikirim.

Ujdana min,

Ujdana te,

û ujdana wê li ku destpêdike û li ku diqede...

Kijan bûyer te, min û wê kêfxweş an rehetsiz dike.

Bi qeneta min mirov kare di gelek waran de teqiye bike, lê tu caran nikare li hemberî ujdan û dengê dilê xwe taqiye bike.

Lewra ew dadgerekî adîl e...

Vê gavê li welatê me zilmek mezin heye.

Kurd, bi xeletîya dirokê re ketine imtihanekî...Di vê pêvajoyê de mirov nikare bêdeng û bê ujdan be.

Mêzekin, birayên me yên pêşmerge jîbo rizgarîya Musilê  şerekî dijwar didominin..

Ev yeka jibo herçar perceyên Kurdistanê serkeftinek e. Ev serkevtina û imtihana bi dirokê re dewleta Tirk dîn û har kiriye. Erişî her derî dikin. Bakur,Rojava, Başur ferq nake ki tê ber wan dikujin, zilmê dikin û davêjin zindanan.

Hevserokên Şaredariya Amedê ji ji vê zilmê para xwe girtin.

Girtina wan zilmek mezine. Heger kurd li hemberî vê zilmê dernekevin ew ê ev zilma pêl bi pêl wan jî bigre ber xwe.

Mixabin di vê pêvajoya gring de tevgera bakurê Kurdistanê bêdeng e û bi gelşên xwe yên hundirin mijûl e.

Empatî tune ye.

„daviya entegrasyonê ev e“ „çima li hemberî xeletî û cewtiyên PKKê dernakevin“

Rast e, xeletiyên PKKê pir in. Rast e PKKê, siyasetmedarên sivil,parlemeter û gel kir hedef. Lê dibê em „Ujdanê ji nekujin“

Li hemberî siyaseta êrişkar û bê tehamuliya dewletê helwest bigrin. Li siyaseta sivil û şaredariyên ku bi deng/raya gel hatine hilbijartin xwedî derkevin.

Ev vatiniyek mili ye. Ev nayê wateya ku mirov  xeletiyên PKKê nabine.

Bi xwe ez  demekî bi  Firat Anli re xebitim.Wî ji nêzde nasdikim. Di şertên herî dijwar de,di dema kuştinên qesasdiyar de me bi hev re xebata siyaset kir.

Iro ew di nav refên HDPê ez ji di nav PAKê de me.

Xeta wî ya siyasi çi dibe bila bibe,irada wi ya siyasi çi diparêze bila biparêze. Wek şexs dilê wî jibo welatê wî dişewite.

Hun ciqas kurd in, ew ji hewqas kurd e.

Hun çiqas azadixwazin ew ji hewqas azadixwaz e.

Dilê we çiqas jibo Kurdistanê dişewite dilê wî ji hewqas dişewite.

Hun çiqas li hemberî  siyaseta tundiyê ne ew ji hewqas li hemberî wê ye.

Mixabin, siyaset û dezgehên siyasetê gelek caran  rê li ber aqil selîmî û afrandinê digrin. Siyasetmedar û temsildarên gel ji ber abluqa du alî bê çare diminin. Ev ji tayibetmendiyek welatê me ye.

Îşev min empatiyek kir.

Fikrê wî û siyaseta wî çi dibe bila bibe. Kare wek min jî nefikire.Lê wexta rastî zilm û neheqiyan bû dibê ez lê xwedî derkevim.

Ev ji erkeka mili ye.

Ev ujdan e...

Minaka keşîşên Almanan navdar e.Heger iro em li hemberî vê zilmê deng nekin sibê kare jibo me jî dereng be.

27.10.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar