Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -11- 

A+A-

MAFÊ ÇARENÛSÎYA NETEWEYA KURD 

Kurdistana Başûr - Referandûma Serbixwebûnê

11ê Adarê sala 1970 kurdên başûr mafê otonomîyê bi dest xirtin. Partîya Demokqrat a Kurdistanê û Partîya BAAS li ser esasên otonomîyê peymanek girêdan. Saddam, bi ser navê BAAS peyman îmze kir û peyman di radyoyê da jî hat weşandin. Barzanî, danezana ku li radyoyê hat weşandin pejirand û memnûnîyeta xwe dîyar kir.

Serokê Îraqê Hesen El Bekir digot: Ev peyman mayînde ye. Saddam Huseyîn jî digot: Ev şerrawestandina demî nîne. Ev çareserîya sîyasî, qanûnî, aşitîyek daîmî ye û ew dê biratîya kurd û ereb bipejirîne.

Di beşa yekê ya peymanê da prensîbên wê wuha hatibû danezanê: ”Di navbera gelan da yekîtîya herî baş tenê bi vîna serbest û di nav çarçoveya biratîyê da dikare pêk bê. Tenê yekîtîyek bi vî rengî dikare bijî û pêş bikeve û bi cîh bibe. Asîmîlasyon, komkujî, zordestî dibe sebebên pirsgirêkên nû û bêbawerîyê di nav gelan da zêde dike. Di nav hin nimûneyên federasyonê da em dikarin nimûneyên wek Swîsre, Yugoslawya, Çekoslowakya, Hindistan û Nîjeryayê ji xwe ra bikin nimûne.”

Prensîbên ku di xala yekê da hatibû dîyarkirin muhîm e. Rast e ku yekîtî û digelhevjîyan bi vînek azad dikarer pêk bê. Biratî û yekîtî bi dare zorê ne mayînde ye û ew peywendî û bawerîya gelan hildiweşîne.

Diviyabû otonomî di nava çar salan da pirs û pirsgrêkan çareser bike. Pirsgrêka mezin Kerkûk bû û kurd dev ji doza Kerkûkê bernedidan. Barzanî, Kerkukê wek dilê Kurdistanê binav dikir. Rustem Cîhangîrî dibêje (Çarpel Medya), İraq qebûlkiribû ku Kerkûk di nav sînora Kurdistanê da be, lê ne petrola wê. Petrol bila di destê hikûmeta merkezî da be. Ev gotin bawerim nayê zanîn, yan jî nayê ziman. Cîhangîrî dibêje, divîya bû ew bihata qebûlkirin ku tu şik lı ser aîdiyata axa Kerkûkê nemîne. Ev pirsek gengeşîyê ye û ez bawerim pirsgrêka Kerkûkê dê wek serêşek demek li pêşîya kurdan be.

Daxewa pir ne çû şer dîsa dest pê kir. Îran, alîkarîyek mezin da kurdan û şer geş bû. Îran, bi çi armancî alîkarî dida kurdan di sala 1975 an da xuya bû. Sala 1975 Şah û Îraq bi dizî, li Cezayîrê, di civîna OPECê da li hev hatin. Şah, tawîza xwe ji Îraqê girtibû û kurd feda kir. Îraq, sê gravên stratejîk vegerandibû Îranê. Saddam, bi peymana sala 1975an ne tenê tevgera kurdî şikand, her usa wê kir yek ji sebeba şerê xwe yê Îranê ku nêzî deh salan ajot.  Saddam, giravên xwe paşva dixwast. Kurd di nava wal salan da li ber bayê tofanên mezinda ma.  Saddam, bi biryara cezakirina kurdan, Sala 1988,  33 sal berê karesata Halepçeyê pêk anî.  Ew dîmenên ku dilê her mirovek parçe dikir, gelek salan di pişt guhên dewletan da ma, nehat rojeva dinyayê.

Piştî ku çareserîya otonomîyê sala 1975 têk çû, KDP, doza xwe ya otonomîyê ne guhart, doza otonomîya rasteqînî lê zêde kir.

Şerê Kendavê komkujî û perîşanîyên nû anî. Amerîkî, ji balafiran belavokan davêtin Kurdistanê ku kurd serî li Saddam hildin. Kurd serî hilda. Piştî ku Amerîqa Saddam ji Kuweytê derxist, kurd bi sere xwe hîşt û Saddam bi êrîşên ezmanîyê dest bi qetlîamek mezin kir û jin, zarok, kal, pîr bê star û parastin xwe avêtin sînorên Tirkîyeyê û Îranê. Gelek kes hatin kuştin. Massmedîyaya cîhanê hewara kurdan dikirin, lê Bush digot, ez leşkerek xwe jî, ji bo şerek hundir  ku bi salane dajo nadim kuştin. Paşê Amerîqa mecbûr ma ku asîmana Kurdistanê ji êrîşên Saddam biparêze. Bêguman Bush jî qasî Saddam gunekarê wê komkujîyê ye.

Parastina asîmanî rê li ber Sazûmana Herêma Kurdistanê vekir. Bii biryara Yekîtîya Neteweyan a 688 li jorê paralela 36an herêmek parastî hat dirustkirin. Kurdistan bi alîkarîya konjuktura nû xwe gîhand azadîya xwe. 

4ê Hezîrana sala 1992 kurd parlamentoya xwe vekirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê danîn û çûn hilbijartinê. Partî ji sedî 51 û Yekîtî 49 deng girtibû û ew bû pirsek alozîyê. Ji bona wê jî temsîlîyek qasî hev qebûl kirin, îdareyek hevparî (fifty-fifty) û bi dorê pêk anîn. Lê daxewa pirsgirêk çareser nebû û sala 1996 şerê navxwe yê gewre dest pê kir. Kurdistan bû du parçe. İro jî hêzek leşkerî ya yekgirtî tuneye.  Û ya herî xirab û daxewa dijminahîya navbera wan, bi dizî an eşkere hê jî berdewam e. Em, sed car jî wan gazinan bînin ziman rewa û di cîh da ye.

Referandûma Serbixebûnê

Berîya ku ez çend rêz li ser referandûmê binivisîniim, dixwazim ji pênûsa rojnamevanek biyanî merhaleya referandûmê pêşkêşî we bikim.

Nivis, ji alîyê Loveday Morris hatîye nivisandin û di 20ê Cotmeha sala 2017, The Washington Postê da hatîye weşandin. Morris, Şefa Buroya Berlînê ya Washinton Postê bû ku berê li Qudus, Beyrûd, Abu Dabî û Bexdayê dima. Min nivisa wê ya ser serferandûmê wergerand kurdî:

Serokê kurd Mesûd Barzanî, herçi hikûmeta Îraqê û yên deverê li dij derketin jî, biryara Referadûma Serbixwebûnê da. Di şûna ku, rê li ber dewletbûnê veke, an hêza danûstandinên digel Bexdayê xurttir bike, berewajî, bû sebeba netîceyek şîndar û kurdên Îraqê ji îmkanên mezin dûr xist. Wextê Dewleta Yekbûyî jî tevî koroya protestoyan bû, Barzanî zor dida xwe ku ji biryara xwe venegere.  Wextê herêm bi giştî xwe kiribû yek ku kurd daxwaza xwe rawestîne, kurd hê jî di nav xwe da yekgirtî nebûn. Berê biryara referandûmê minaqeşe kirin, lê encamek çawa jê derkeve hîştin paşê. Nuha dubendîya navbera Barzanî û hêza sereke yên muxalefetê ku bi peymanek rê dan hêzên Bexdayê bikevin Kerkûkê, kûrtir bûye. Lê, ji ber ku encama Referandûmê ku bi dengek pir mezin serbixwebûnê pejirand, zor da Îraqê ku bandora xwe pêk bîne. Mahmûd Osman dibêje ku, wî di civînek da, ku piştî biryara referandûmê pêk hat, Barzanî şîyarkirîye ku rewşa herêmê rê nade serbixwebûnê, dê ew kurd bêhêvî bike. Lê ew bi biryar bû û digot, dive bête kirin û dê bê kirin. Referandûm dê rewşeke nû derxe û ew dê di rêya xwe da bimeşe. Dibe ku wî hêvî dikir ku Dewleta Yekbûyî helwesta xwe biguhure. Hetta Tirkîye û Îran ne ewqas xirab tevbigerin. Barzanî li pey xurtkirina popularîteya xwe bû. Sala 2013 parlamentoya herêmê mandata wî du sal dirêjtir kiribû. Hilbijartin hê jî pêk nedihat. Komîteya Hazirîya Hilbijartinê digot, rêçûna nû rê li ber hilbijartinê girt. Yekî ku navê xwe naxwaze bibêje digot: Bikaranîna qerta serbixwebûnê hewildanek dawîyê bû ku lîderê kurd xwe meşrû bike…Mahmûd Osman dibêje ku, Barzanî xwe îkna kiribû ku biryara serbixwebûnê dê hêza wî ya danûstandinê li Bexdayê xurttir bike. “Wî hesabê encama herî baş dikir, ne ya herî xirab”.

Ji ber ku kurd xurttir dibûn, serokwezîr Haydar El Abadî, berîya referandûmê jî di bin presê da bû… Yek ji PDKê ku ji ber hessasîyeta meselê naxwaze nave xwe eşkere bike got: “Ez bawer im biryara ku kurd ji hêz bixînin hatibû girtin, bi biryara referandûmê wê lezandin.”

Wezareta Dervayê bi dijwarî li dijî referandûmê derdiket û digot, dê ew, di hilbijartina sala bê da Abadî lawaz bike ku Abadî ji bo wan gelek girîng bû.

Birêvebirîya Trump hewil da ku kurd ji tengasîyê xilas bike. Ji bona wê jî biderengîxistina referandûmê dianî ziman. Di berdêla wê da Dewleta Yekbûyî û Brîtanya bi nameyek soz dida ku di hevdîtinên li Bexdayê da alîkarîya kurdan bikin. Ger danûstandin di nav du salan da bi pêş neketa, wê demê dê Dewleta Yekbûyî heq bida amadekirina referandûmê.

Berdevkê Yekîtîyê, Sadî Pira, hê nû ji Bexdayê hatîbû, reşbeleka (muswedename) musteşar Rex Tillerman dihat gerandin. Rêxistina wî ji Barzanî ra dibêje ku, her çi kêmasîyên reşbelekê hebe jî emê piştgirîyê bidin însîyatîfa Dewleta Yekbûyî. Barzanî got, eger Yekîtî piştgirîyê nede referandûmê, dê ew li deverên ku di kontrola PDKê da ne wê pêk bîne. Ew jî dê li herêmê alozîyek mezin derxista.

Şêvirmedê Barzanî Hemîn Hawramî, tehdîtên Barzanî ku, bê Yekîtîyê dê referandûm pêk bîne, wek dezînformasyonek dinirxîne.

Yekî PDKyî digot, însîyatîfa Dewleta Yekbûyî navvala ye. Ew soz didin, lê nayînin cîh. Li Bexday, li dijî soza xwe tevdigerin. Me wan lîstikan gelek caran dîtîye.

Pîra got,”ew şaşîyek mezin bû. Em berê di çarçoweyek mantiqîyê da didan û distendin. Nuha çek diaxive.”

Abadî, hê berîya referandûmê jî hazir bû ku hin tawîzan bide. Mafê asûmanî jî tê da.

Gava ku wê mehê hêzên Îraqê li ser sînora Kerkûkê xwe dan hev, li Dokan jî civînek awerte çêbû. Kesek ku nexwast navê xwe bibêje got, serokkomarê Îraqê Fuad Mahsûm peymanek pêşkêşê civînê kir ku bihêlin leşkerên Îraqê derbasî Kerkûkê bibin. Barzanî bi hers derket û çû.

Lê peyman hatibû girêdan.

Mela Baxtîyar, di telefone da got ku, peyman bi rêya “navbeyndeyek” ku nave wî nexwast bibêje, gîha Bexdayê û PDK jî qebûl kir. Lê Partî wê îddîayê qebûl nake. Yek ji partîya Barzanî got, ew wek alternatîfek hat rojevê. Li ser wê lihevkirinek pêk nehat. Ew soz dan ku dê bi Îraqê ra tu peyman neyê girêdan.

Pîra dibêje ku, gelek kes ji serkirdayetîya Yekîtîyê jî nehat hayîdarkirin. Tenê çend kes ji partîya wî ku wek “Dostên Kerkûkê” tên binav kirin û kurê Talabanî û jinebîya wî ku serkirdayetîya wê dike, bi dizî peyman girêdan. Bi munasebeta sersaxîya Talabanî li Bexdayê mecal çêbû û ev mesele bi kesek ku ji payîtextê hatibû, hat mineqeşekirin.

Serokê hêzên Qudsê, Sulêmanî, di sersaxîyek din ku ji bo Talabanî li Silêmanîyê pêk hat, bi malbatê ra li ser peymanê danûstandin kir.”

Gelek tişt ji gotinên jorê ku rojnamenana rojnameya The Washînton Post pêşkêş dike tê zanîn.  Yekîtî (ne hemû) di wê bawerîyê da ye ku Barzanî, referandûmê ji bo bihêzkirina xwe bikar tine. Dijberîya binemala Talabanî li hember Barzanî hevçend xurt e ku, bi hêsayî Kerkûkê teslîmê îraqê kirin. Pêra çi dîyarî girtin nizanim. Ji ber vê yekê, dijberên Barzanî ku digel sebixwebûnê nebûn jî, xwe digel referandûmê nîşan dan. Dibe ku di nav Yekîtîyê da gelek kes digel Referandûma Serbixwebûnê bûn.

Nivis, rola Îran, Amerîqa û Brîtanyayê jî eşkere dike. Roja ku hêzên Îraqê xwe li ser sînora Kerkûkê dabûn hev, Dewleta Yekbûyî ( Amerîka) wê yekê ji ezman temaşe dikir û digot: Tevgerek dagirkirinê tuneye, berewajî, tenê cîhguhartina hêza leşkerî heye.

Ji bo min ya herî balkêş gotinên Mehmûd Osman e ku dibêje, dibe ku bawerîyek Barzanî hebû ku Dewleta Yekbûyî biryara xwe biguhure û her usa Îran û Tirkîye jî paşê hewçend xirab tevnegerin. Barzanî ku bi wê bawerîya xwe tê tawan kirin, bawerim hêvîyek ji dilî dihewand ku,  nemaze hikûmeta Erdoğan, helwesta xwe ya rastî ji kemalîstan vedişart. Dê ew, paşê helwesta xwe ya pişrtgirîyê bi awakî bidana xuya kirin. Ji bona ku em hêvîya Barzanî fêm bikin, dibê em vegerin ser sîyaseta AKPyê ya deh salên dawîyê.

 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -7- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -8-  

BITÎKNE: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -9-  

BITÎKNE:: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -10-  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin