Ano Cewher: Vatîkan û Îtalya wekî "mirovê aştiyê" li Serok Barzanî dinêrin

Ano Cewher: Vatîkan û Îtalya wekî "mirovê aştiyê" li Serok Barzanî dinêrin

.

A+A-

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, rayedarên Vatîkan û Îtalyayê Serok Barzanî wekî serokekî aştiyê dibînin û di hevdîtinê de giringiyeke mezin dane modela pêkvejiyanê ya Kurdistanê.

Ano Cewher ê ku di şandeya ligel Serok Barzanî de ye, der barê hevdîtina li Vatîkanê de diyar kir, Serok Barzanî wekî "serokê netewe û nîştimanekê" serdana Papayê Vatîkanê kiriye û ji aliyê Qedasetê Papa ve bi awayekî dîrokî hatiye pêşwazîkirin.

Ano Cewher eşkere kir, di navbera Serok Barzanî û Papayê Vatîkanê de hevdîtineke taybet a dualî pêk hatiye û ev civîn demeke dirêj berdewam kiriye. Cewher got: "Desthilatdarên Vatîkan û Îtalyayê wekî 'mirovê aştiyê' li Serok Barzanî dinêrin û ji bo rola wî ya li herêmê rêzeke mezin nîşan didin."

Li gorî Cewher, di civînê de mijara herî giring a ku li ser hatiye sekinandin, çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê bûye. Rayedarên Vatîkanê pêzanînên xwe ji bo parastina pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê anîne ziman.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ano Cewher ragihand, serdana Serok Barzanî berdewam dike û di rojên pêş de dê çendîn hevdîtinên din ên giring ligel rayedarên payebilind bêne encamdan.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin