Parlemana Lokzamborgê spaha pasdaran bi terorîst nas kir

Parlemana Lokzamborgê spaha pasdaran bi terorîst nas kir

.

A+A-

Parlemana Lokzamborgê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku pêka biryarnameya Parlemana Lokzamborgê ku bi dengê “ERÊ” yê tevaviya 60 endamên parlemanê, sipaha pastaran bi terorîst hatiye naskirin û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin ku spaha pasdaran bi terorîst nas bike û bo vê yekê karê hewce cîbicî bike.

Pêka vê biryarnameyê, spaha pasdaran a terorîst, bi awayê rasterast li binpêkirina tund a mafên mirovî, bidarvekirinên xoserane, binçavkirinên berfireh, îşkence û tepeserkirina “jinan, gelan û bawirmendên olan, dijberên siyasî” û li tepeserkirina tundîtîj a neraziyan li Îranê, rola bingehîn heye û li çendîn deverên cîhanê de piştevanî li girûpên terorîstî dike û aboriya wan dabîn dike.

Herwisa nûnerên partiyên cuda yên Lokzamborgê bi yekdengî piştevanî li serhildana li Îranê kirine û dane zanîn ku xelkê Îranê li durûşmên xwe de herdu dîktatoriyên şahî û olî, red kirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin