Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Siyaseta TC. û „demokrasî, yekitîya Gelan" çiye?

A+A-

Di dema damezirandina Cumhurîyeta tirkan de Dîyap Axa û hevalên xwe li angora konsepta tirkan a  „Kurd naxwazin birayên xwe yên tirk tenê bihêlin. Dewlet, a Kurd û tirka ye"(!);  bi Şal û şapikên kurdî beşdarî meclîsa tirkan bûn. Ji terefê Mustefa Kemal û hevalbendên wî de li ser lingan bi çepikan hatin pêşewazî kirin.

Piştî ku dan û stendinên Lozanê qedîyan û Kurd wek ku „tiştekî naxwazin û beşek ji civata tirkan"e hatin pejirandin. Di meclisa tirkan de Şal û Şapikên Kurdî bûn sebebê pejirandina koletîya Kurdan û dardakirina Dîyap Axa û hevalên wî(!)

Ev dihat çi wateyê?

Heger ku Kurd hebûna xwe û dînamîkên xwe yên netewî ji bona damezirandin, sererastkirin û parastina dewleta tirkan bikar bînin, ew xwe „perçek" ji dewleta tirkan dihesibînin û amadene ku wek netewekî di nava dewleta tirkan de asîmîle bibin, bihilin û wenda bibin. Ev jî tê wateya ku ji taybetmendîyên xwe yên netewî diborin û ev jî tê welateya têborînek teslîmbûnê. Wê gavê dewleta tirkan wek dewleta xwe qebûl dikin û dibin „beşek" ji civata tirkan.

Înkara hebûna kurdan, dagirkirin û dabeşkirina welatê kurdan meşrû dibe û Kurd wek civat ji holê radibin, dibin Tirk. Wek Çerkezan, wek elbanan(Ernawut), wek Lazan, wek erebên li ser axa dewleta Tirk, Abhaza û Karapapak yên li Tirkî ku bûn Tirk(!), nasnama tirkbûnê qebûl kirin, asîmîle bûn û wenda bûn. Beşek ji Kurdan jî ketin vê aqûbetê û bûn beşek ji civata Tirkan. Îro bi piranî rewşa, Maraş, Adiyaman, Malatya, Elazîz, Sêwas, Erzincan, Entêb, Erzurom û kurdên ku bi salane koçberî nav bajarên tirkan bûne di vî halî de ne.

Beşek din li ser navê „çep"itî û „sosyalîzmê", netewîtîya kurdan û helwesta netewî red dikin û li ser esasên „biratîya gelan", serdestîya tirkan, tirk bûnê bi rewşek zanistî, lê fedîkok diparêzin. Xizmetê ji asîmîlasyonê û entegrekirina Kurdan bi tirkan re dikin. Her pirsgirêk û hewldanê li gor pirsgirêkên tirkan û dewleta wan şîrove dikin(!)

Pirsgirêka kurdan ne nasname ye. Pirsgirêka kurdan, pirsgirêka Kurd û Kurdistan e. Perçekirin û dagirkerîna welatekî û bindestkirina netewekî bi xwe ye.

Ev tê çi wateyê/

Kurd netewekin û welatê wan jî Kurdistan e. Kurdistan, cîh û warê bav û kalên kurdan û Kurdistanîya ne. Kurdistan hatîye perçekirin û dabeş bûye di navbera çar dewletan de. Ketîye bin destê neyarên Kurdistan. Hebûna kurdan, nasnama kurdan, çand û zimanê kurdan, hêjayî yên kurdan ên dîrokî ketine bin înkarê û hatine talan kirin. Jenosîdek piralî, di dîrêjaya dîrokikê de, li ser Kurd û Kurdistan dimeşe.

Li ser vî netewî siyasetek ji hole rakirin bibandor heye. Ev netew di bin siyasetek serdest de, rûbirûyî asimilasyonek malxerab dibe. Li henber vê siyaseta zordar helwest; xwedî lêderketina ruhê netewî û welathezî ye. Ev jî ne li gor naskirin û meşrûkirina hebûna zordaran li ser Kurdistan; bi li henber vê zordarîyê xwedî lêderketina programekî netewî û helwestek niştimanperwerî re rêkûpêk kirin esase.

Dema ku role Dîyap Axa û hevalbendên wî û rewşa HDP û siyaseta ku dimeşînin bidin berhev, emê bibînin ku ji eynî armancê re xizmetê dikin.

HDP, dînamîkên Kurd û Kurdistan ji bona "demokrasîya Tirkan"(!), ji bona "bicîhkirina edaletê di nav tirkan de" bikar tine. Ev helwesta HDP, ji asta pirsgirêka Kurd û Kurdistan dûr e. Di rolekî meşrukirina hebûna dewleta Tirk bi hemû sazî û karesatên vê dewletê re, li Kurdistan, pejirandina siyaseta dagirkerî ye.

Qedera "demokrasî"yê li Tirkîyê bi çarenûsa kurdan ve girêdayî ye. Lê xurtbûn û domkirina serdestîya tirkan û kolonyalîstîya tirkan jî bi qedera bindestkirina Kurdistan ve girêdayî ye!

Çima qedera "demokrasî" ya Tirkan bi serxwebûna Kurdistan ve girêdayî ye?

Kolonyalîst, ji bona ku kolonîya xwe di destde bihêlin; divêtîya wan bi nîzam û asayîşek militarî heye. Sîstemek sert û yasayên ku, haq û hiqûqê kolonîyê têxe bin bandorê..

Dewleta kolonyalîst li ser esasê yasa û qanûnên xwedî rolekî dualî siyaseta dolivgerî dimeşîne. Makezagon û yasa li gor serdestîya netewa serdest têt amadekirin. Ji netewa serdest re demokrasî, ji bona netewa bindest jî  koletî ye.

Artêşa dagirker; li gor yasayên ji bona kolonîyê li ser axa dagirkirî rol dilîze. Hêzên ku li ser axa dagirkirî xwedîyê vê role bin, heta ku kolonî dibin lingên wan de, ji bona serxwebûna xwe bitêkoşe, ew mecbûrin sîstema milîtarî biparêzin. Ev mecbûrîyet bi yasa û qanûnê kolonyalîstî hatine amadekirin. Jiber ku armanca hebûna wan ev e. Ev hebûn jî ticarî rê nade demokrasîyê.

Di vî warî de ez karim bêjim ku kar û armancên ku HDP di nav tirkan li û Kurdistan daye ber xwe, di meşrûkirina siyaseta kolonyalîst de; bikaranîna dînamîkên Kurd û Kurdistan in.

Di stratejîya entegrekirina kurd û kurdistan de, armancên dewleta tirkan û HDP ji yek stratejîyê re xizmetê dikin.

Ev helwest stratejîk e. Du rolê vê stratejîya „demoktîk kirina dewleta Tirk" heye: Yek; Meşrûkirina siyaseta dewleta kolonyalîst li ser Kurdistan e. A duyem jî ji bona birêkûpêk kirina dewletê û siyaseta dewleta kolonyalîst; bikaranîna dînamîkên Kurd û Kurdistan in. Di herdû armancan de jî hedef, „entegrekirina Kurdistan" bi xwe ye. Li ser Kurd û Kurdistan, ji dualîyan de bi yek stratejî dimeşe.

Bi her haweyî ev siyaset zerarê dide têkoşîna netewî. Ji bona „dewletek xurt, bihêz û demokratîk a tirkan", bikaranîna dînamîkên Kurdistan, şikenandina hestên netewî û têkbirina Têkoşîna Rizgarîya Kurdistan bi xwe ye.

Di her mercî de divê li henber vê stratejîyê; Kurd û kurdistanî helwestek tund bigirin û li ser siruştîyên netewî bingeha Têkoşîna Rizgarîya Netewî ava bikin.

23.08.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin