Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Siyaseta netewî û ENKS

A+A-

Di 29.03.2018 ande Rûpila Nû, li ser civînên li Entap, rola ENKS û daxuyanîyên nûnerê ENKS di İtîlafa Sûrîye Fuat Elîko de nûçeyek hat belav kirin. Mijara nûçeyê, piştî dagirkirina Efrîn û derdorê wê „di navbera 10 rojande wê rêveberîya Efrîn bêt damezirandin“(!)

Piştî vê nûçeyê videoya hevpeyvîna Cemal Batûm a li ser mijarê bi Fuat Elîko re di K24 de jî hat belav kirin. Min çend car ev vîdeo temaşe kir. Hin pirsên Cemal Batûm û hin jî bersîvên Fuat Elîko, naveroka civîna Entab û helwest û têkilîyên ENKS bi Tirkîye re derdixist ber me.

1982 an de ez li şamê bûm mêvanê Kurdperwerê hêja û nemir Osman Sebrî. Di wan salan de her xortêkî Kurd ku rîya wan bi Şamê diket, Apê Osman jî zîyaret dikirin û dixwestin ku li hinek şîretên vî kurdperwerê hêja guhdarî bikin. Ez jî bi vê armancê derbasî oda rûniştinê bûm. Wek xortekî xizmet ji mêvanên xwe re dikir. Peyv hat ser doza Kurd û rewşa siyasetmedarên kurdan. Apê Osman bi tîrêjek bibandor li navçavên min nerî û got; „Birazê nebin peyayê kesî. Nebin xizmetkarê xerîban. ji xwe re, ji miletê xwe re, ji welatê xwe re bixebitin.“

Ez îro carek din dema ku vê gotina Apê Osman tînim bîra xwe; ez çiqa heq bidim vê şîreta nemir Apê Osman û lanetê li têkilîyên biqirêj, xizmetkarî û peyatîya biyanîyan bînim fêde nake. Mixabin, her partîyek Kurd ku bi dijminên Kurd û Kurdistan re ket têkilîyê; ev bîna genî ji wan tê û bi van têkilîyan dixwaze ku muhalefeta xwe rexne bike, têk bibe û dinav karesatên xerab de cîhgirtinê meşrû bike. Xete û xeterîyên muhalefeta xwe derdixe astek wusa ku bi van têkilîyên xwe bi dijminan re meşrû bike.

Em werin ser mijarê:

Min li ser PYD,TEV-DEM û helwesta YPG bidehan nivîs û şîrove derxistine pêş û bibalkêş li ser vê mijarê rawestîya me. Hevalên ku bixwazin, di kuncika min a di Rûpela nû de lêkolînê bikin, wê bibînin ku min çiqa sert siyaseta PKK, PYD û helwesta YPG rexne kirîye. Min nirxandîye ku PYD-YPG bi helwesta xwe a yekalî li henber muhalefeta xwe, bi şîweyek dîktatorî tevdigere. Ji ruhê netewî dûre û ti armancên wan bi doza Kurd û Kurdistanî re nemaye. Wek hêzek wekaleta şer tevdigere û berpirsiyarê bicîhbûna tirkan li Rojavayê Firat bi xwe ye. Yek partî, yek hêz û yek îdeolojîyek totaliter dimeşîne ku van karesatên xwe jî bikaribe rehet veşêre. Nehişt ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan ênîyek Kurd û netewî avabibe. Ji dêlva bi kurdan re îktîdarê parveneke, „sîyaseta totalîter a gelan“ wek pergalekî avêt ber lingê siyaseta Kurd a netewî, rûhê netewî red kir û bi ereban re têkildar bû. Li Başûrê Rojavayê Kurdistan bê ku ênîyek Kurdistanî ava bibe, di nav HSD de cîh girt û pêşî li muhalefeta xwe girt. Bû hêzek şer a wekaletê û bû sebebê têkbirina bidestxistinên kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan.

ENKS li henber van kirin û karesatên PYD/YPG çi kir?

Hewlên ku PYD/YPG bi tirkan re didestpêka şerê navxwe yê Sûrîye de meşand û xwest ku bi tirkan re tevbigere û di vî warî de serkevtî nebû; îca ENKS ev rol girt ser xwe. Ev xeta herî mezin bû di siyaseta ENKS de.

Ji serî de rolê tirkan di şerê Sûrîye de zela bû. „Bila Kurd nebin xwedî statuyek siyasî, wekî din çi dibe bila bibe.“(!) Her têkilî ji bona vê armancê hat bikaranîn. Destdirêjayîya Tirkîye li ser axa Başîrê Rojavayê Kurdistan û xwestina têkilîyan bi hinek hêzên Kurd re jî li ser van hesaban, ku ji xwe re wek hêzên wekaletê bikar bîne meşîya.

Di hevpeyvîna Fuat Elîko de ku nûrenê ENKS di îtîlafa Sûrîye de ye, ev mijar hîn zelaltir derket ber me ku ENKS jî li henber PYD û YPG bi tirkan re di têkilîyê de ye.

Cevîna li Entabê yek ji van hewlan bi xwe ye.

Tirkan li Efrîn gund, bajar û navçeyên kurdan bombe kir. Xwîna bihezaran kurdan rijand û bi hêzên îslamîst yên terorê re ket nav gund û bajarên Başûrê Rojavayê Kurdistan; dest dirêjî can, mal û namûsa kurdan kir. Jiyana herêmê hilweşand, xist bin metirsîyê û bû sebebê koçberî û xîzanîyek mezin li ser kurdan. Ev helwesta tirkan, dagirkerîye û meramên tirkan li ser Kurdistan çi bin, li vî beşê Kurdistan jî ev bi xwe ne. Nabe ku ti berjewendî û hesabên partîzanî li Efrîn hebûna tirkan û çeteyên wan yên paramilîter meşrû bikin! Dijmin, dijmine û siyaseta Kurd ji çi sebebê dibe bila bibe, nikare bi postê dijminan xwe germ bike. Ev wê her wek sebebên têkçûna doza Kurd derkevin ber me.

Li Entab, bi hêzên paramilîter yên dewleta tirk re, bi terorîstên îslamîst û xwedî karesatên xerab yên opozîsyona Sûrîye re hewldanên ji nûve birêvebirina Efrîn xeteyek mezin e. ENKS eger dixwaze bibe hevparê vê xeteya mezin, divê hevaltî û taşeronîya bi dijmin re jî qebûl bike. Na eger ENKS bixwaze wek hêzek Kurd û kurdistanî di siyaseta netewî de xwedî gotin be, divê dev ji van têkilîyan berde. Divê ji ber xeletî û siyaseta xerab a PYD/YPG, ew jî hênbêza dijminê din ji siyaseta Kurd re meşrû nebîne û neke.

Nûnerê ENKS yê di Opizisyona Sûrî de Fuat Elîko dibêje:

Me li Entab komîteyek çêkirîye, em dixwazin ku gel vegere ser cîhên xwe. Navê vê komîtê jî ‚Komîta Xelaskirina Efrîne“(!) Fuat Elîko van gotinan dibêje bê ku ji kurdan re bîne ziman ka kê aramî û ewlekarîya Efrîn, asayîşa Efrîn hilweşand? Kê Efrîn dagirkir û efrîn teslîmî hêzên paramilîter û terora îslamîst kir? Kê ew hêzên talanker û dijminên kurdan anîn û Kurd teslîmî wan kir?

Li ser helwest û nerînên PYD/YPG, mafê ENKS heye ku xwedî helwest be û divê xwedî helwest be jî. Lê ev helwest nabe sebeb ku di siyaseta Kurd a netewî de têkilîyên bi tirkan re meşrû bike.

Nabe ku niha ENKS hebûna tirkan û çeteyên wan, karesatên wan li Efrîn meşrû bike û di bin çavdêrîya tirkan de li Efrîn bibe şirîkê wahşet û barbarîya tirkan. Nakokîyên dinavbera ENKS û PYD de çi dibin bila bibin, çi xeletî û nerastîyên PYD-YPG dibin bila bibin; divê ev nebe sebeb ku ENKS jî eynî xete û xeletîyan di siyaseta Kurd a netewî de bike. Nabe ku ENKS di siyaseta Kurd de hevkarîya bi dijmin re bikişîne bingehek meşrû!..
Bi dagirkerên Tirk û hêzên paramilîter yên bi ser dewleta tirk ve girêdayî ve, "Efrîn nayê îdare kirin û di vî warî re bi tirkan re hevpeyman nayê kirin"(!) Tirk dixwazin dagirkirina efrîn meşrû bikin, walî û qaymeqamên xwe li herêmê meşrû bikin. Ev siyaseta dagirkerî û kolonî ye. Divê ENKS ji vê siyaseta tirkan dûr bikeve.
Divê siyaseta Kurd, pirsgirêkên navxwe çareser bikin û xwe ji têkilîyên dijminan dûr bixin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin