Siûdiye dike ku li kuştina Xaşuqçî mikur bê

Siûdiye dike ku li kuştina Xaşuqçî mikur bê

Li gorî raporeke Kenala CNN, biryar e îro Hikûmeta Siûdiyê bi fermî li kuştina Cemal Kaşıkçı mikur bê, ku ji roja 2ê vê mehê ve, li nav kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê nebedî bûye.

A+A-

Rapora CNN eşkere kiriye, Siûdiye dixwaze bide xuyakirin, ku wê nexwestiye Xaşuqçî bikjue û tenê xwestiye wî îşkence bide, lê piştre wî di bin îşkenceyê de canê xwe jidest daye.

Herwiha kenala CNN diyar kir, ku niha ew mijûlî amadekirina raporekê ye li ser kuştina Xaşuqçî, ku têde sedema kuştina wî rojnamevanî diyar dike.

Ev yek di demekê de ye, ku Serokê Amerîka Donald Trump berî niha ragihandibû, dibe ku kuştina Cemal Kaşıkçı kiryareke kesî be û pîlaneke Hikumeta Siûdiyê be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin