Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Sirûda Dewleta Bedirxaniyan

A+A-

 

 

 

 

 

Kurd im, Kurdistan im, bi şeref û şan im

Mêrxas û egîd im, bi tac û eywan im

Xwedan ceyş û hez im, bi qewet û heş im

Bi çek û sîlah im, di hemiya cîhanê

 

Qehremanê Kurd im, canfida û merd im

Şûrkêş û rimbaz im, di mexrega meydanê

Meydan li min şa ye, cewlana şêra ye

Biheşt û jiyan e, di rewdê Kurdistanê

 

Kurdistana min şêrîn, bi al û xemla rengîn

Kesk û sor û zêrîn di mezra Botanê

Botan Xwoş cîhan e, baxçe gulîstan e

Mîrê'm Bedirxan e, di bajarê Westanê (Cizîr)

 

Westan xwoş bajar e, bi evîn û dildar e

Cih û meskenê yar e, yara min Kurdistan e

 

Hêzê Kurd hişyar bin

Di emrê mîrê kal bin der jîn û fermanê

Mîrê min sultan e, şahê Kurdistan e

Bi edl û  îhsan e, sertaca cîhanê

 

Cîhana min xêr e, tev maden û zêr e

Wek dûr û elmas e, medin bi erzanî

 

Cîhan bûka salê, suhbet xweş e li balê

Mehra wê giran e, bi fedaiya canî

 

                                                                                                            

Çavkanî: Mela Xelîl

Latînîzekirin: Mela Mihyedîn

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum