Sirri Sureyya Onder hat berdan

Sirri Sureyya Onder hat berdan

Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sureyya Onder hat berdan.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan

Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder, ku duh Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, derbarê wî de biryar da bû ku mafên wî hatine binpêkirin, îro dadgeha herêmî jî biryara berdana wî da.

 

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkîyê di derbarê parlementerê berê yê HDPê Sirri Sûreyya Onder de, ku gotibû mafê wî yê azadîya xwe-îfadekirinê hatîye binpêkirin, îro parêzerê wî Remezan Demîr ragihand ku nivîsa azadkirina wî hatîye amadekirin û dê îro ji zindana Kandirayê bê berdan.

 

Onder ji 6ê Kanûna 2018an ve bi tohmeta propagandaya ji bo rêxistina terorê hatibû girtin û li zînadana Kandira ya parêzgeha Kocaelîyê girtîbû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin