Sirri Sakik: Divê HDP ji hemû şaredarîyan vekişe

Sirri Sakik: Divê HDP ji hemû şaredarîyan vekişe

Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sakik, ragihand ku pêwîst e HDP ji hemû şaredarîyên din ên di dest de ne vekişe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Sirri Sakik, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanîyek belav kir û bertek nîşanî biryarên danîna qeyûman li ser şaredarîyên bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê da.

Sirri Sakik dîyar kir, “Di demeke ku danîna qeyûman li ser şaredarîyên HDPê asayî bûye de ti hêvîya min ji wan alî û şexsên ku ji xwe re dibêjin demokrat nîne” û gotîye, “Lêbelê hêviya min ji HDPê ew e ku ji vê bêçarebûna xwecihî xilas bibe.”

Di dewama twîta xwe de Sakik got ku fikra wî ya şexsî ew e ku HDP ji wan şaredarîyên din bi awayekî hevdem vekişe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin