Sêwas: Polîs ji bo lêkolînê "Risal-î Nûr" birin qereqolê

Sêwas: Polîs ji bo lêkolînê "Risal-î Nûr" birin qereqolê

Kitêb di nav kuçê de di qeraxa diwêr de hatine dîtin û ji alîyê kî ve hatine avêtin nahê zanin. Polis kitêban birîye qereqolê da ser lêkolîn bike

A+A-

 

Li Sêwazê (bajarekî bakurê Kurdistanê ye bi nifûsa xwe mihafezekar e) li taxa Mihemed Paşa 15 adet "Risal-î Nûr" hatin ditîn.Ev kitêb aîdî Seîd-î Kurdî ya jî bi navekî din Bediuzzaman Seîd Nûrsî ne.

Kitêb di nav kuçê de di qeraxa diwêr de hatine dîtin û ji alîyê kî ve hatine avêtin nahê zanin. Polis kitêban birîye qereqolê da ser lêgerîn û lêkolîn bike

Dihê zanîn piştî derbeya/kudeta nebiserlketî ya 15 Tîrmehê hemû kitêbên aîdê Fethullah Gulen û kitebên derbarê wî de hatin qedexekirin.

Tirs û xofa derbarê "FETO" de civatê dorpêçkirîye, êdî li gel însanan kitêb jî dihên "mahkûmkirin". Lê karîna ku kîjan kitêb dibe bila bibe, mahkûm bike, ew karîn xwe  "mahkûm" dike û karînekî têkçûyî ye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin