Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim: ”Feto nake neynûka Seîdî Nûrsî”

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim: ”Feto nake neynûka Seîdî Nûrsî”

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirimê Erzînganî Saîdên kurdan ji bo dengê Erê ji kurdan werbigre bi kar tîne

A+A-

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirimê Erzînganî di çerçeweya prpoaganda refarandûma 16ê Nîsanê de li bajarê Kurdistanê digere; ji bo kampanyaya xwe ya Erê, rûmet û nirxê kurdan îstîsmar dike û dixwaze kurdan bixapîne.

Serokwezîrê Tirk li bajarê Bedlîsê axaftîye û gotîye; “Feto (Fethullah Gulen) qûrbana Seîdê Nûrsî be, Seîdî Nûrsî ji gundê Nûrsî ye Bedlîsê ye him alim him jî qehremanekî bû di sala 1915ê de li dijî dagirkerîya Rûsan şer kiriye û êsîr ketîye û li Sibîryayê di kampan de maye û piştre vegerîyaye welatê xwe Tirkiyê. Lê Feto Seîdî Nûrsî îstîsmar kiriye ji ber ku Seîd kurd bûye ew neçûye serdana wî, lê eserên wî ji xwe re bi salan bi kar anîye û dawîyê revîye çûye Amarîkayê û li wê li dijî wan derbe çêkirîye. Feto nake neynûka Seîdî Nûrsî.”

Herweha serokwezîrê Tirk li Bedlîsê gotîye; bi kurdayetîya xwe serbilind bin, lê alaya xwe ya hîv û sterk jî jibîr nekin û li dewleta xwe xwedî derkevin.

Sîyaset bi temamî îro li Tirkiyeyê ketîye ber lingan û bûye navgîna îstîsmarêyê. Serokwezîrê Tirk Saîdên kurdan ji bo dengê Erê ji kurdan werbigre bi kar tîne; li Bedlisê Seîdê Kurdî li Dîyarbekirê Şêx Seîd efendî îstîsmar dike; lê guhên xwe ji daxwazan malbatên wan û raya kurdî re digre û cîyê mezelê wan nîşanê wan nade.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin