Serokwezîrê Îtalyayê: “Erdogan dîktator e”

Serokwezîrê Îtalyayê: “Erdogan dîktator e”

.

A+A-

Di derbarê tevliheviya protokola li Enqere di hevdîtina berpirsên Yekitiya Ewropa û Erdogan de rû da, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi, daxuyanî da û ji bo Erdogan got: Kesên Dîktator wiha dikin.

Her du berpirsên bilind ên Yekîtiya Ewropayê, beriya demekê serdana Enqerê kirin. Yek ji wan serokê Konseya Ewropa Charles Michel û ya din jî Seroka Komisyona Ewropayê Von der Leyen bû. Dema ligel Erdogan hevdîtin kirin, Leyen demek kurt şpiya ma û nezanî li ku derê rûnê. Tevliheviyek protokolî rû da. Di derbarê vê de gelek daxuyanî hatin dayin û Wezirê Karûbarên Derve yê Tirkiye jî îdia kir ku ev protokol ligel berpirsên YE hatibû tertîp kirin.

Serokwezîrê Italya Draghi jî, di derbarê vê de daxuyaniyek da û got, ji vê krîza protokolî Tirkiye berpirsiyar e. Tişta li gel Leyen hatî kirin ew xemgin kiriye. Ji bo Erdogan jî got, ew kesên ku mirov dibêje Dîktator vê yekê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin