Serokwezîrê Brîtanyayê: Ez ji mirina 100 hezar kesan berpirsyar im

Serokwezîrê Brîtanyayê: Ez ji mirina 100 hezar kesan berpirsyar im

.

A+A-

Serokwezîrê Brîtanyayê berpirsyariya hemû qurbaniyên Coronayê yên welatê xwe xiste stoyê xwe û ragihand ku tişta ji destê wan hatiye bo rûbirûbûna Coronayê kirine. Di 24 demjimêrên borî de Brîtanya li ser asta cîhanê bû pêncemîn welat ku hejmara qurbaniyên Coronayê 100 hezar kes derbas kjiriye.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li ofîsa xwe ya Londonê gotarek pêşkêş kir û got: “Ez wek serokwezîr berpirsyariya hemû karekî ku hikûmetê kiriye werdigrim.”

Boris Johnson herwiha soz da ku dê hewldanên wan berdewam bin bo kêmkirina hejmara pêketin û qurbaniyên vîrûsa Coronayê.

Heta niha li Brîtanyayê zêdeyî 3 milyon û 689 hezar kes bi Coronayê ketine û ji wan 100 hezar û 162 kesan canê xwe ji dest dane, herwiha zêdeyî milyonek û 662 hezar pêketî jî baş bûne.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson wiha axivî: “Ez wek serokwezîr berpirsyariya hemû karekî ku hikûmetê kiriye werdigrim. Ez dixwazim ji we re bibêjim bi rastî tişta ji destê me hatiye me kiriye û li ser her karekî jî berdewam dibin daku hejmara qurbaniyên Coronayê kêm bikin, dawiyê li êş û derdeseriya welatiyên xwe bînin ji vê krîza giran ku têre derbas dibe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin