Serokwezîrê Brîtanya: Mixabin em dê gelek kesan ji dest bidin

Serokwezîrê Brîtanya: Mixabin em dê gelek kesan ji dest bidin

Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand, ku ew rêya li ber wan e dijwar e û dê ji ber belavûna vîrusa COVID-19 gelek kesan ji dest bidin. Boris Johnson da xuyakirin, wan ji bo dîtina çareserîyekê û dawîanîn li vê vîrusê ‎hewldanên xwe zêde kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan -  Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson îro Sêşemîyê di gotarekê de li ser belavbûna vîrusa Koronayê li welatê xwe got: ‎‎“Ew rêya li pêşîya me ye dijwar e, ew jî rast e mixabin em gelek kesan ji dest didin.”

Johnson da zanîn, ew roj bi roj sîstema tendirustî ya welatê xwe bihêz dikin û tekez kir, hikûmeta wî welatî perestar û pizîşkên xanenişîn vegerandine ser kar û niha bala wan li ser dîtina derzîya li dijî vîrusa COVID-19 ye.

Boris Johnson got: “Niha 7 hezar û 500 perestarên xanenişîn bo xizmetê vegerîyane. Di wê dema hun di malên xwe de dimînin, em hewl didin dabînkirina pêdivîyên xwe zêdetir bikin, gera xwe bo dîtîna çareserîyekê bileztir dikin, me bala xwe xistîye ser dîtina derzîyekê. Hevdem bi milyonan kîtên pişkinînê dikirin ku rê dide me rûbirûyê vê kujera nedîyar bibin.”

Serokwezîrê Brîtanyayê destnîşan kir, ew dê ligel xelkê Brîtanyayê bi ser vîrusê de biser dikevin.

Heta niha li 194 welatên cîhanê haletên tûşbûna bi vîrusa koronaya nû anku COVID-19 hatine tomarkirin.

Li ser asta cîhanê 377,300 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 16,520 kes jî heta niha bi sedema vê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin