Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda bazirganên Emerîkî kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda bazirganên Emerîkî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Kurdistanê ku ji nûnerên 30 kompaniyên amerîkî yên warê ciyawaz ên bazirganî pêkhatibû, civiya.

A+A-

Serokwezîr Neçîrvan Barzanî spasiya serdana wan û hevkarî û alîkariyên Amerîkayê yên bo Heêrma Kurdistanê yên di warê mirovî û leşkerî de kir.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de got, ku alîkarîkirina sektora taybet û sermayedarên biyanî ji karên pêşîne yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û hikûmet tekeziyê li ser pirojeya xwe ya çaksaziyê dike, ku pêşkêşî parlamentoya Kurdistanê kiriye.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kiriye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li kompanî û sermaydanerên biyanî yên di warên cuda cuda de dike û hêsankarî û hevkariyên pêwîst jî ji wan re dike.

 

Şandeya bazirganî ya Amerîkayê jî di civînê de xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bona derbaskirina rewşa dijwar û kirîzên hatine pêş bi xebatên serkevtî wesif kir û qurbanîdana xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê de jî bilind nirxand.

 

Herwiha şandeya mêvan diyar kir, ku derfetên guncaw li Herêma Kurdistanê ji bona geşkirina jêrxana aborî û hatina sermayedarn hene û yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li pêş hatina sermayedarên biyanî rêxweşker in û hnader û faktorên bihêz in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin