Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta sala nû ya zayînî peyamek belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta sala nû ya zayînî peyamek belav kir

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sala nû ya zayînî li xelkê Kurdistanê pîroz kir û ragihand, ewê ti carî dest ji mafên Destûrî yên xelkê Kurdistanê bernedin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta sala nû ya zayînî peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Bi helkefta serê sala nû ya zayînî 2021, ez germtirîn pîrozbahî li xelkê Kurdistanê bi taybet li pêşmergeyên qehreman, malbat û mirovên serbilind yên şehîdan dikim. Hêvîdar im sala nû tijî bextewerî, aşitî, aramî û xilasbûna êş û kirîzan be li Kurdistan, Iraq û cîhanê.

Kurdistaniyên hêja!

Herêma Kurdistanê û cîhanê saleka pir bi zehmetî derbas kirin, ew jî ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê û bandorên wê yên xirab li ser aborî û neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê berpirsên hikûmeta Iraqê ve. Di encama wê yekê de xelkê hêja yê Herêma Kurdistanê ketin bin barekî giran û rastî gelek zehmetiyan hatin. Em û Iraq li ser bûdceya sala 2021 ya Iraqê gihîştine rêkeftinê, ez hêvîdar im rêkeftina han mîna xwe were bicîhanîn û aliyên siyasî yên Iraqê êdî rê nedin mafên darayî yên xelkê Kurdistanê mîna karteka fişarê li dijî xelkê mexdûr yê Kurdistanê were bikaranîn. Em têkest dikin ku dê ti carî dest ji mafên Destûrî yên xwe bernedin.

Gelê Kurdistanê xwedan dozeka netewî û niştimanî ye û gelek qurbanî daye û statûya Herêma Kurdistanê jî berhema xebata bi sedan hezar şehîd e û divê em hemû wê biparêzin. Ji ber ku keramet û serbilindiya xelkê Kurdistanê girêdayî hebûn û bihêzbûna nasnameya niştimanî û netewî û rêzgitin li mafên me yên Destûrî ye. Ez daxwaz ji hemû hêz û aliyên siyasî û xelkê xweragir yên Kurdistanê dikim tevahiya cudahî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û berevaniyê li xak û statûya federal ya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê bikin û bi hev re rûbirûyê hemû tehdîdan bibin û rijd bin li ser parastina mafên rewa û Destûrî yên xwe. Ez piştrast im em dikarin bi yekrêzî û yekbûnê hemû kirîz û astengan derbas bikin.

Em li vir dîsa têkestî li ser berdewambûna reforman û baştirkirina rewşa jiyan û debara xelkê Herêma Kurdistanê û serdestiya qanûn û dadperwerî û qehîmkirina zêdetir ya aramî û asûdetiyê dikin.

Em bi geşbînî û hêvî ve li paşerojê dinêrin. Bi hêviya wê roja ku Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeka nû ya geşbûn û tijî destkeft û avedanî be û dûr be ji hemû nexoşî û zehmetiyan.

Sala nû li her kesî pîroz be û Kurdistan jî mîna her car, bihêztir û serfiraztir û avedantir be.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin