Serokomarê Qirgizistanê Sooranbai Jeenbekov Îstîfa kir

Serokomarê Qirgizistanê Sooranbai Jeenbekov Îstîfa kir

Serokomarê Qirgizistanê Sooranbai Jeenbekov Îstîfa kir

A+A-

Serokomarê Qirgizistanê Sooranbai Jeenbekov karvekişîna xwe ragihand.

Jeenbekov di daxuyanîya karvekişînê de, ku li malpera serkomarîyê hat weşandin, dîyar kir ku bo ew rê li ber tûndûtûjîya zêdetir bigire, biryareke wisa daye.

‘’Ez xwe li desthilatê nagirim. Naxwazim wek serokomarekî xwînê dirijîne û bi ser gelê xwe de guleyan direşîne werim bi bîr anîn.’’ Jeenbekov got.

Li Qirgizistanê du hefteyên berê hilbijartinên giştî li dar ketibûn û piştî ku partîyên nêzî Jeenbekov serketina xwe ragihandibûn protesto destpê kiribûn.

Piştî protestoyên li seranserê Qirgizistanê hilbijartin hatibûn betal kirin.

Partîyên rikeberîya Qirqizistanê parlamanterê berê Sadyr Japarovji girtîgehê derxistibûn û ew wek serokwezîrê demkî erkdar kiribûn.

Kabîneya bi serokwezîrîya Caparov do Çarşemê ji meclîsê erê sitand û Ceenbekov jî biryara ser erkdarkirina wezîrên nû îmza kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin