Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê çavkaniya hêz û îlhama xebata rizgarîxwaziya gelê me bû

Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê çavkaniya hêz û îlhama xebata rizgarîxwaziya gelê me bû

.

A+A-

Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand ku Şoreşa Îlonê li jêr rêberiya Barzaniyê Nemir bû çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên piştre yên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê.

Peyama Serok Barzanî di salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de

Îro 65 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Mezin a Îlonê de derbaz dibin; şoreşeke seranserî ku tê de Pêşmerge, siyasetmedar, rêxistin, zanayên olî, mamoste, edîb, rewşenbîr, ciwan, jin û hemî çîn û tebeqeyên civakê beşdarî xebata neteweyî û demokrasî-xwaziya gelê xwe bûn.

Şoreşa Îlonê ji îrade, baweriya bi xwe û rûmeta mirovê Kurdistanê pêk hatibû; bingehekî bihêz û rêkxistî bû ji bo berdewamiya têkoşînê û liberxwedana gelê Kurdistanê li hember zordariyê. Ev şoreşa mezin, bi nirxên xwe yên bilind û bi israr û berxwedana bêhempa ya serkirdetî, Pêşmerge û cemawer, doza rewa ya gelê me bi gavên mezin ber bi pêş ve bir. Şoreşa Îlonê di bin rêbertiya Barzaniyê Nemir de bûye çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên paşê yên xebata rizgarîxwaziya gelê me û têkoşerên Kurd li hemî parçeyên din ên Kurdistanê.

Di 65emîn salvegera vê şoreşa birûmet de, ez hurmeta xwe bo rola dîrokî ya wan hemî Pêşmerge û xebatkarên qehreman dubare dikim ên ku beşdarî tomarkirina vê serweriya niştimanî bûne; çi ew şehîdên nemir ên ku di Şoreşa Îlonê de canê xwe gorî kirin bo axa niştiman û ewên ku niha di jiyana me de nemane, çi ew xortên serbilind ên ku heta niha jî weke şahidên zindî yên dîrokê di jiyanê de mane. Ew qehreman hêvênê çêkirina serweriyê bûn bo gelê xwe û cihê şanaziyê ne.

 

Mesûd Barzanî

11ê Îlona 2026ê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin