Serokê WHOyê bangewazîyek li welatên cîhanê kir

Serokê WHOyê bangewazîyek li welatên cîhanê kir

.

A+A-

Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li nivîsgeha WHOyê ya li Cenevê bi rêya vîdyokonferansê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Ghebreyesus, bal kişand ser rewşa dawî ya pandemiya Covid-19 li seranserê cîhanê û diyar kir ku piştî kêmbûna 7 hefteyan a pêketina bi vîrusa koronayê car din belavbûn zêde bûye.

Serokê WHOyê da zanîn ku pêketinên herî zêde yên vê dawiyê li Amerîka, Ewropa, Başûrê Rojhilatê Asya û Rojhilatê Derya Spî hatine tomarkirin ku ev hêvîşikestinek e, lê dîsa jî pê şaş nemane.

Ghebreyesus, bang li welatên cîhanê kir ku tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê sist nekin û got, îhtimala ku heta dawiya 2021ê pandemî bidawî bibe nîne.

Serokê WHOyê herwiha ragihand ku di çarçoveya bernameya derziya koronayê COVAXê de wê ji niha heta dawiya meha Gulanê 237 milyon doz derzî ji bo 142 welatan bên dabînkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin