Serokê PAKê Mustafa Özçelik peyama sersaxîyê ji Berpirsê Giştî yê PDKÎyê Mustafa Hicrî re şand

Serokê PAKê Mustafa Özçelik peyama sersaxîyê ji Berpirsê Giştî yê PDKÎyê Mustafa Hicrî re şand

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Birêz  Mustafa Özçelik ji ber wefata rêveberê HDKÎyê Birêz Loqman Mêhwer, peyameke sersaxîyê ji Berpirsê  Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Birêz Mustafa Hicrî re Şand

Birêz Mustafa Hicrî


Berpirsê  Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Kekê Birêz

Em bi xemgînî agahdar bûne ku Endamê Heyeta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê(HDKÎ) Kak Loqman Mêhwer ji ber nexweşîya Covîd-19ê çûye ber dilovanîya  xwedê.

Xwedê jê razî Kak Loqman Mêhwer bi dehan salan wek pêşmerge, wek fermandar, wek kadroyekî sîyasî, wek rêveber, kedkar û têkoşerekî  doza azadîya Kurdistanê bû.

Kak Loqman Mêhwer, weltaperwer û kadroyekî hêja  yê hemû Kurdistanîyan e.Ew di rêya şehîdên nemir Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî de meşîya û îro ketîye nav refê şehîdên Kurdistanê.

Helbete ew xebat û têkoşîna ku Kak Loqman Mêhwer di nav refên HDKÎyê û di doza  azadîya Kurdistanê de bi serbilindî dimeşand,  dê ji alîyê hemû hevalên wî ve , ji alîyê hemû xebatkar û têkoşerên azadîya Kurdistanê ve heta ku ew armanca pîroz bicîh bibe  dê raneweste.

Em şirîkê xema we ne.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.  

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêveber ,endam û alîgirên  PAKê, sersaxîyê ji malbata xwedê jê razî re, ji cenabê we û ji hemû rêveber û endamên HDKÎyê re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane 

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin