Serokê Kurdistanê li Bexdayê çi kir?

Serokê Kurdistanê li Bexdayê çi kir?

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir. Piştî hukumeta nû ya Iraqê hatî hilbijartin ev cara yekeme serokê Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

A+A-

 

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir. Piştî hukumeta nû ya Iraqê hatî hilbijartin ev cara yekeme serokê Kurdistanê serdana Bexdayê dike. Gelek cara problem di navbera Bexdayê û Hewlêr de rû didin tehdîda Bexdayê ya herî mezin ewe ku miaşên karmenda ji bo Kurdistanê rênake. Dema karmend miaşê xwe wernagirin yan jî çend mehan carekî ew jî bi derengî werdigirin bivê nevê di nava xelkê de nexweşîyek peyda dibe. Her weha hinek alîyên sîyasî hewldidin ku feydê ji vê yekê bibînin tevlîhevîyan di nava civakê de peyda bikin.

Tê zanîn ku ji berî demekî bi vê mebestê hinek xwepêşandan jî çêbûn ku armanca hêzên paşwan têkdana rewşa aram a Kurdistanê bû.

Ji alîyek din li himber Bexdayê sîyaseta hinek alîyan ku pro Iraqîye destê desthilata Kurdistanê gelek caran li himber Bexdayê aloz dike. Serokê herêma Kurdistanê cardin di demek ku Bexda berpirsîyarîyn xwe yên qanûnî pêknayne de ev serdan pêkanî. Nêçîrvan Barzanî li gel hemû berpirsên Iraqê civîya û herweha li gel hinek partîyan jî hevdîtin pêkanîn.  Bê guman bi serdana serokê herêma Kurdistanê Bexda dê hinek gava şûnde bavê je û dê helwesta alîyên Kurdistanî yên pro Iraqî jî aloz bike.

Gelek girînge ge hevhewldanên Nerçîrvan Barzanî ji alîyê kurdan ve betê têgihandin. Nêçîrvan Barzanî yekrêzîya Kurda li Kurdistanê pêktînê û serdana Bexda dike, rêya îtiraz kirinê ji alîyên nexêrxaz re nahile. Di rastîya xwe de barek gelek giran li ser milê Nêçîrvan Barzanî heye ,lê ew bi zanebûna tevgera ku dike gelek cara vî barî sivik dike.

Nêçîrvan Barzanî serokê Kurdistanê li Bexdayê çi kir? Berê xwe bidin tevgera ku li Bexdayê kirî de ku baştir hewldanîn serokê Kurdistanê bê fam kirin. Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdistanê şanseke.

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel her sê serokayetî û serkirde û alîyên Iraqîyan, kêşe û berpirsîyarîyetîyên xwe yên hevbeş ya ji bo hemû Iraqîyan da zanîn û got: Me hemûyan yek çarenivîs heye û kêşeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê kêşeya hemû Iraqîyane. Dûpat jî kir ku piştî ezmûna tehl ya çendîn salan girift û kêşeyên di navbera her dû alîyan, êdî divê neçîn ser berê, ji ber kû niha dema eweye bigihîne têgihiştineke hevbeş û bi rêkkeftineke giştgîr cihê rizamendîya her dû alîyan ku aramî, dadperwerî û pêşketina ji bo niha û paşeroja me ya hevbeş dabîn bike, kêşeyan bi yekcarî çareser bikîn.

Rêzdar rewş û gefan bi dijwar da zanîn û got: Dikarîn qeyranan bikîn derfet û bi hevkarî û pêkve kar kirinê rûbirûyê dijwarî û qeyranên niha yên welat berpirsîyarîya hevbeş ya me hemuyane û berdewamîya kêşeyan li berjewendîya tu alîyek da nîne, em hemû pêkve bi hevkarîyê dikarîn bigihîn têgihiştineke hevbeş û li ser awayeke birêvebirineke baştir ya welat heta xizmeta bi hemû welatîyan bê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê amadeye tevahîya kêşe û dosyeyên helawestîyên li gel Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û bi berçavgirtina sîstema federalî û maf û erkan û ewlewîyeta rewşa niha ya jîyan û debara welatîyan çareser bike. Rola serkirde û hêz û alîyên sîyasîyên Iraqê jî ji bo piştgîrîya li guftûgo û çareserî û gihîştina rêkkeftinê bi girîng û pêwîst û erkê hemuyan zanî.

Ji alîyê xwe ve serkirde û alîyên Iraqîyan ji bilî piştgirîkirina li nêrînên Serok Nêçîrvan Barzanî, serdana li vê dem û rewşê da bi peyameke erênî û hengaveke dirust ya Herêma Kurdistanê beramber Bexda û xemxurî û ciddîyeta ji bo çareserkirina kêşeyan dane zanîn û xweşhalîya xwe bi amadehîya Herêma Kurdistanê ya ji bo guftûgo û çareserkirina tevahîya kêşeyan û gihîştina rêkkeftinek li gel Hikûmeta Federal derbirîn.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî ku doh li yekem roja serdana xwe ya Bexdayê bi amadebûna birêzan Cîgirên Serok li gel her yek ji birêzan Serok Wezîr, Serok Komar, Serokê Encumena Nûneran û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civîya, îro yekşem 21.06.2020 li berdewamîya serdana xwe da li gel birêzan Emar El Hekîm, Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî, Hadî El Amirî Serokê Lîsta Fetih, Nûrî El Malikî Serokê Hevpeymanîya Dewleta Yasa û birêzan li Desteya Sîyasîya Tevgera Sedir civîya.

Li civînan da peywendîyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê û hewl û guftûgoyên çareserkirina kêşeyên di navbera wan, rewşa niha ya welat û destbikarbûna Hikûmeta nû ya Federal, qeyrana darayî û encamên pejika virusa Korona, metirsîyên terorê û berfirehbûna tevger û êrîşên Da’îş li Iraqê, girîngîya hevkarî û hemahengîya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û berdewamîya piştgîrîya Hevpeymanîya Navdewletîya Dijî Da’îş, rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, parastina serwerî û tixûbên welat û rêdana peywendîyên li gel welatên cîran, navçe û cîhanê li ser bingeha rêzgirtin û berjewendîya hevbeş, hatin guftûgo kirin.

Rojeva Kurd

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin