Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em Damezrandina Konfederasyona Rawenda Kurdistanî Pîroz Dikin

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em Damezrandina Konfederasyona Rawenda Kurdistanî Pîroz Dikin

.

A+A-

"Li Dîasporayê li gorî texmînan nêzîkî 4 mîlyon Kurd dijîn.

Bi taybetî di van 60 salên dawî de Kurdên dîasporayê gelek dezgehên sivîl, gelek komele û federasyon ava kirine.Li dîasporayê potansîyeleke berbiçav a bi tecrube gîhaye.

Di dirêjahîya vî 60 salî de, çend caran hewldanên ava kirina navendeke hevbeş hatibe kirin jî, lê mixabin navendek an nevendên ku bikaribin di dîasporayê de Kurdan temsîl bikin di asta ku pêwîstî pê heye heta nuha nehatine damezrandin.

Piştî Referandûma Serxwebûnê ya ku di roja 25ê Îlona 2017ê de li Başûrê Kurdistanê li dar ketibû, hewl û xebatên ji bo ava kirina navendeke hevbeş, yekgirtî ya dîasporayê bi awayekî berbiçav zêdetir û geştir bûn.

Nuha bi armanca temsîlîyeta dîasporayê hinek hewildan û xebatên cuda cuda têne meşandin.

Konfederasyona Rawenda Kurdistanê yek ji van dezgeha ne ku damezrandina xwe îlan kirîye.

Navenda Rawenda Kurd Li Dîasporayê di sala 2019ê de dest bi xebatên xwe kir û di encama van xebatan de, di rojên 4-5.12.2021ê li Hewlêrê Kongreya xwe li dar xist û di kongreyê de Konfederasyona Rawenda Kurdistanî hate îlan kirin.

Li gorî daxuyanîyên ku di vê mehê de li raya giştî hatîne belav kirin, DIAKURD roja 22.01.2022yê dê li Stockholmê kongreya xwe ya damezrandinê li dar bixe û dê damezrandina DIAKURDê bê îlan kirin. Xebat û danûsitendinên DIAKURDê digihêje sala 2017ê û DIAKURDê civîna xwe ya ewil di sala 2018ê de li dar xistîye.

Ji xeynî van herdu dezgehan, di astên cuda cuda de, hinek xebatên din jî ji bo temsîlîyeta Dîasporayê têne meşandin.

Em wek PAK, bi zelalî aşkere dikin ku, kîjan dezgeh, kîjan kesayet, kîjan partî yan jî rêxistin , li Dîasporayê ji bo berjewendîyên miletê Kurd, ji bo parastina nasname û nirxên neteweyî, ji bo piştgirîya doza meşrû ya gelê Kurdistanê kevirekî dane ser kevirekî , emê her piştgir û alîkarên wan bin.

Bi van hest û bîr û bawerî û hêvîyan, em damezrandina Konfederasyona Rawenda Kurdistanî pîroz dikin. Em serkeftinê ji xebatên Konfederasyona Rawenda Kurdistanî re dixwazin.

Em wek PAK di wê bawerîyê de ne ku, ew potansîyel û alîyên ku di bîr û bawerîyên neteweyî û niştimanî de nêzî hev in; yên ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê qebûl dikin; yên Alaya Kurdistanê wek alaya niştimanî ya Kurdistanê qebûl dikin; yên ku mafê statuyeke sîyasî ji gelê Kurdistanê re diparêzin û li hemû destkeftîyên li her perçeyekî Kurdistanê xwedî derdikevin; yên li dîasporayê bixwazin dostên kurdan zêde bikin û li ziman û kultur û nirxên kurdî xwedî derkevin, divê di nav yek dezgeheke dîasporayê de cîh bigirin û bi dezgeheke xurtir û berfirehtir li hebûn û mafên xwe yên li dîasporayê xwedî derkevin û piştgirîya doza azadîya miletê Kurd bikin.

Bi vê hişmendîyê em wek PAK ji bo xebatên cuda cuda yên ku li dîasporayê têne meşandin vê rêbazê pêşniyar dikin. ‘’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yen nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin bila dijminatîya hev nekin".

Em di wê bawerîyê de ne ku, li dîasporayê potansîyeleke neteweyî, niştimanî ya gelekî mezin heye û heyf û luks e ku ev potansîyel belawela bimîne. Pêwîstî bi nevandek, bi koordînasyoneke yekgirtî, hevbeş heye. Ji bo hûnandina vê pêwîstîyê, divê însîyatîfek bê danîn da ku piranîya gelê me yê li dîasporayê yên li nirxên neteweyî, niştimanî xwedî derdikevin , di nav yek navendê de bibin yek .

Ji bo Konfederasyona Rawenda Kurdistanî, DIAKURD û xebat û potansîyela wek hişmendî nêzî van herdu dezgeha ne, di nav yek dezgeheke dîasporayê de bibin yek, em bangî hemû damezrenêr, rêvebir û dilxwazên Konfederasyona Rawenda Kurdistanî, DIAKURDê û xebat û potansîyela wek hişmendî nêzî van herdu dezgeha ne dikin, da ku bêne cem hev û ji bo yek kirina van xebatan gavên pêwîst bavêjin, mizgînîyê bidin gelê me.

Birêz Serok Mesûd Barzanî ji alîyê dewletên cîhanê ve jî, ji alîyê piranîya gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê jî ne bes wek Serokê PDKyê, lê wek serokekî qebûlbar , wek rêberekî neteweyî tê qebûl kirin. Ji ber vê rastîyê, di hevgirtin, lihevanîn, hemahengî û tifaqa Kurd û Kurdistanîyan de barekî giran, dîrokî, neteweyî yê bi rûmet li ser milên Birêz Serok Mesûd Barzanî ye.

Em hêvî û daxwazê bi taybetî ji Birêz Serok Mesûd Barzanî dikin ku, cenabê wî însîyatîfê bigire, rêyeke maqûl jê re bibîne, da ku bila navendeke hevbeş axurtir û berfirehtir li dîasporayê bê ava kirin; da ku bila Konfederasyona Rawenda Kurdistanî, DIAKURD û xebat û potansîyela wek hişmendî nêzî van herdu dezgeha ne di nav yek dezgehê de bibin yek.

Em bi van hest û bîr û bawerî û hêvîyan damezrandina Konfederasyona Rawenda Kurdistanî pîroz dikin."

21.12.2021

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

k-008.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin