Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik beşdarî nûçeya Rûdaw TVyê bû

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik beşdarî nûçeya Rûdaw TVyê bû

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik îro di bû mêvanê bernameya nûçeyê ya Rûdaw TVyê û li ser hilbijartinên herêmî û doza girtina partiyan de pirsên Hêvîdar Zanayê bersivand.

A+A-

 

Li ser pirsa helwesta PAKê li hember doza girtina partiya PAKê Özçelikî da zanîn ku di derbarê PAK, PSK û PDK-Tyê de doza girtinê hatiye vekirin herwiha hişyarî ji Partiya Komunîst a Kurdistanê jî hatiye dayîn û ji bo parastinê wext dane van partiyan û behsa vê pêvajoya dirêj kir û wisa pê de çû:

rudaw2.jpg

'Me di herdu bersivên Dadgeha Qanûna Bingehîn û Serdozgeriya Dadgeha Bilind de me got em navê xwe û bernameya xwe naguherînin. Ev mafê me yê rewa ye û di destûra Tirkiyê de madeya 90î heye ku rê dide em partiyên bi vî rengî ava bikin. Em niha parastina xwe amade dikin digel hevalên PSKyî."

Özçelîkî herwiha bang li welatperweran kir ku piştgiriya wan partiyan bikin û got ev pêvajoyeke dirêj e û gelek yasa hene ku rê dide partiyên bi vî rendî werin damezirandin lê ne hêsan e û bi konjonktureke îroyîn ve girêdayî ye.

Özçelîkî, li ser pirsa hilbijartinên herêmî jî pirsa Hêvîdar Zana wisa bersivand:

rudaw3.jpg

"3 alternatîf hene. Aliyekî, partiyên dewletê ne bi tifaqa milet û tifaqa cumhur,aliyekî HDPya ku 5-6 milyon dengên kurdan distîne lê dibêje ez jî beşek ji siyaseta Tirkiyeyîbûnê me, siyaseta neteweya demoktatîk im. Aliyê me Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî dibêje em nûner û parastvanên doza neteweyî-niştimanî ya Kurdistaniyan û gelê xwe ne. PAK, PSK û gelek siyasetvan di nava vê tifaqê de ne. Herwiha me nameyek ji HAKPARê re jî şandibû, ewan jî gotin em beşdarî hilbijartinan nabin lê em ê piştgiriyê bidin namzetên welatperwer, hevalên PDK Bakur ji roja ewil ve gotin em ê piştgiriya we bikin."

Li ser tifaqa dora HDPê jî Özçelîkî got gere bê sererastkirin di rastiyê de ti tifaq tune. Hinek aliyên kurdan beramberî bidestxistina hin şaredarî û endamtiya meclîsan, piştgiriyê didin HDPê. Rêvebirên partiyên ku piştgiriyê didin HDPê jî bi eşkere dibêjin ji bo hilbijartinan pêwîstî bi tifaqên siyasî û prensîban nîne, bes ji bo danûstandin û berjewendiyan e. Ji ber vê ev ne tifaq e, piştgirî ye. Herwiha wek 'Tifaqa Kurdistanî' bi nav kirine, ev jî xelet e, HDP xwe wek partiyeke Tirkiyeyî dibîne. Ev tifaq ne li ser hişmendî û prensîbên netweyî niştimanî ava bûye.

Li ser xebatên şaristanî bo şaredariyan jî ferqa bi şaredariyên ji aliyê HDPê re dihatin birêvebirin Özçelîkî rexne li siyaseta xendek û barîkatan kir û herwiha anî zimên ku digel hin navlêkirinên bi kurdî jî HDP di projeyên neteweyî de jî qels bû û wisa domand: 

"106 belediyê yên HDPê dikarîbûn dibistanên Kurdî vekin, dikaribûn 10 mekteb û dibistanên kurdî bikin. Ji bo vê em dibêjin em bajerên xwe, welatên xwe bi projeyên neteweyî-niştimanî birêve bibin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin