Serokê Giştî yê PAKê: „Divê stratejîyeke navneteweyî ya hemû kurdan hebe”

Serokê Giştî yê PAKê: „Divê stratejîyeke navneteweyî ya hemû kurdan hebe”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di rojnameya heftanameya Bas a Kurdî hejmar 3 . 16.01.2017 de nivîsand: "Pêwîstî bi hişmendî, stratejî û yekgirtineke Kurdistanî heye"

A+A-

Du sed sal in ku têkoşîna ji bo  azadîya miletê Kurd  berdewam e. Lê em dibînin , sê sebebên esasî  ku heta îro rê li ber serkeftin û azadîya miletê kurd girtine ev in:

Yekem: Rewşa navneteweyî, siyaset û berjewendîyên dewletên mezin; rikberîya di navbeyna bloka ku di pêşkêşîya Emerîkayê û ya di pêşkêşîya Sovyetê de.

Duwem: Tunebûna hişmendî, tifaq û stratejîyeke neteweyî ya kurdan.

Sêyem: Dema ku rewşa nêvneteweyî misaîd bû, kurd ne amade bûn; lê dema kurd amade bûn, şerd û berjewendîyên dewletên mezin rê nedida serkeftinê.

Bi firsendên ku rûxandina Sovyetê û ya sîstema du blokî  derxistin  holê, bi xêra çavnebarî û bêaqilîya Seddam Huseyînî û bi hebûna tifaqa kurdan ya bi navê “Bereya Kurdistanî’’,  ev qedera miletê kurd hate guhertin û li Başûrê Kurdistanê rêya Dewleta Federe vebû. Nuha jî serxwebûn li ber derî ye.

Başûrê Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê ye

Ger em di dema avabûnê de îmkanên aborî, eskerî, îdarî yên neh-deh dewletên ereban, yên gelek dewletên Efrîka û Asyayê bidine ber çavan; emê bêjin ne dewletek, muxtarîyeta gundekî  jî bi wan nedihate ava kirin. Heger em li gori  hêza aborî, eskerî û îdarî ya Seddam Huseynî  li dewletan binerin; emê bêjin ne mimkun e ku dewletek weha birûxe.

Aşkere ye ku di avakirina dewletan jî, di  rûxandina wan de jî  piştgirî, alîkarî û midaxaleyên dewletên mezin roleke esasî dilihîzin.

Başûrê Kurdistanê digel gelek astengî, pirsgirêk û kêmahîyên navxweyî, mercên  derekî  û qeyrana aborî , ablûkaya Bexdayê û bi şerê li dijî Daişê jî, îspat kirîye ku 26 sal e, dikare xwe bi xwe îdare bike. Başûrê Kurdistanê bi petrola xwe, bi xaza tebiî, bi kanîyên avê, bi xwezaya xwe, bi dewlemendîyên din yên ser erd û binerd,  dikare bibe dewleteke ku di nav dewletên herî dewlemend yên cîhanê de. Bi vê dewlemendîyê dikare di warê zîraetê de, sinaîyê de, tûrîzmê de, tîcaretê de jî bibe navendeke esasî û hêdî hêdî xwe ji hatinên  bes petrol û xazê tenê rizgar bike.Heger dewleteke serbixwe be, dê hêza wê di her warî de bi dehan caran mezintir û zêdetir be. Dewleteke serbixwe, dê sîstema îdarî, aborî, eskerî û îstîxbaratî jî  bi hişmendîyeke nuh bihûne. Wê gavê  ev pirsgirêkên jiber  du îdaretîya Hewlêrê û Silêmanîyê dê nebe pirsgirêkeke esasî.

Piştî berxwedan û têkoşîneke bi xwîna bi deh hezaran şehîdan, piştî Enfal û Helebçeyê; Mihendîsê Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, li gel piştgirîya Emerîka û welatên Ewrûpa, tifaqa stratejîk ya PDK û YNKê û bi taybetî jî yekgirtina rêzdaran Kak Mesûd û Mam Celal bû.  

Jiber rewşa tenduristî ya Mam Celal, nuha barekî dîrokî li ser milên rêzdar Mesûd Barzanî , yê rêveberên YNK û PDKê û yê Parlamentoya Kurdistanê ye. Herdu partî  ji bo serxwebûnê tifaqeke stratejîk pêk bînin;Parlamentoya Kurdistanê jî li gorî vê tifaqê îradeya xwe nîşan bide,  Bexda jî, ji bo serxwebûna Kurdistanê hîna hêsantir dê xwe bide ber rêya çareserîya aştîyane.

Di  meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê de, helwest û sîyaseta PKKê  jî roleke êrênî nalihîze. Şerê ku îro PKK li bakurê Kurdistanê dimeşîne, hem zerarê dide doza azadîya Bakur, hem jî dide ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê. PKK li gel pêwîstîya bakurê Kurdistanê, herweha jibo bêhnvedan û xurtkirina meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê jî , jibo berjewendîyên Rojavayê Kurdistanê jî divê li bakur şer rawestîne. Divê ji Dewleta Tirkîyê û ji xêrnexwazên din,  hencetên ser êşîna başûr peyda nekin. Divê li Şingalê û li cîhên din yên başûrê Kurdistanê ji Hikûmeta Kurdistanê re pirsgirêkan çêneke.

Îro dewleteke bi navê ‘’Iraq’’ê nemaye.  Êdî serxwebûn ne bes daxwazeke sîyasî ye; herweha pêwîstîyeke ku pêşeroja miletê me tayîn bike.

Belê îro li gel  Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî  divê PDK, YNK, Goran, Yekgirtû, Komela û hemû partîyên başûrê Kurdistanê jî bi awayekî zelal ji bo serxwebûnê nexşerê û demeke ku neyê paşdexistin, dîyar bikin.

Perçeyê biçûk, lê derîyekî mezin yê dewletbûnê: Rojavayê Kurdistanê

Sîyaseta  Obama ya ku di destpêkê de li himberî Esad meşand hêvîyek weha çêkiribû ku Rejîma Esad dê heta 6 mehan birûxe. ENKS-yê jî temama plan û stratejîya xwe li gorî vê hêvîyê danî. Lê Obama ji carekê ve sîyaseta xwe guhert û hedefa xwe ya rûxandina Esad sist kir.

Vê sîyaseta nû ya Emerîkayê tesîreke negatîf hem li ser stratejî û planên rêzdar Mesûd Barzanî, hem jî li ser yê ENKSê kir. Pêşbînî ew bû ku, Rejîma Esad dê birûxe, kurd  jî li gel opozîsyona Sûrîyê dê bibin şirîkê desthilatdarîya Sûrîyê û li Rojavayê Kurdistanê statuyekê dê bidest bixin.

Piştî ku Obama dest ji rûxandina rejîma Esad berda, PYDê jî peywendîyên xwe yên li gel rejîmê xurtir kir û Mitabaqata Hewlêrê tune hesiband. PYDê  got “Em nahêlin tu hêzeke eskerî bêyî  îradeya me derbas bibe. Her hêzeke eskerî divê di bin fermandarîya YPGê de be” . Serokê Herêma Kurdistanê  Rêzdar Mesûd Barzanî jî bi hesasîyeta ku “şerê birakujî’’ rû nede, nebû alîgirê derbasbûna Pêşmergeyên Roj, bo Rojavayê Kurdistanê.

Lê bi taybetî piştî ku Kobanî ji destê DAIŞê hate rizgar kirin, PYD xurtir bû û peywendîyên Emerîka û  welatên Ewrûpayê li gel  wê gihîşte asteke nû. Emerîkayê, PYD, YPG  li hemberî  DAIŞê wekî  mitefîqekî  esasî wesif kir. Herweha Rûsya jî  bi awayekî aktîf li Sûrîyê daket sehaya şerî.

Di vê navbeynê de  PYDê ligel hinek alîyên ereban “Federasyona Rojava-Bakurê Sûrîyê’’ îlan kir. Tiştê balkêş ew bû ku, ji destpêkê ve, PYDê  bi tu awayî behsa “Kurdistan’’ekê nedikir. Piştî demekê navê “Rojava’’ jî ji vê Federasyonê hate derxistin. Nuha jî  PYD bi rênedana pêşmergeyên ENKSê tenê qayil nabe; êdî rê li ber xebatên siyasî yên ENKSê jî digire û rêveber û endamên wan digire.

PYD û hinek siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan dibêjin “Li Başûrê Kurdistanê jiber ku pêşmergeyên PDK û YNKê  hebûn û nebûn yek, gelek caran şerê birakujî çêbû, nuha jî ‘ordîyeke hevbeş’ ava nabe. Divê li rojavayê Kurdistanê ev dubare nebe. Divê hemû hêzên eskerî di bin kontrola YPGê de bin’’.

Ev fikir di eslê xwe de berevajîkirina rastîyê ye. Şerdên başûrê Kurdistanê cuda ye.Peywendî û pirsgirêkên YNK û PDK-ê, 40 sal in hene. Helbet yekkirina herdu hêzên pêşmerge pêwîstîyeke neteweyî ye. Û di eslê xwe de di vî şerê li dijî DAIŞê ev yekgirtin pêkhatîye jî. Lê nabe ku yek kirin, bi tune kirina alîyekî ji wan pêk were, nabe ku yek xwe li ser yekî  ferz bike.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê cuda ye. Hîna li Rojavayê Kurdistanê destpêk e û nabe ku partîyek xwe li ser yên din ferz bike. Ev dê rêya dîktatorîyetê veke. Partîyên Kurdan dikarin li hevdu bikin û hêza xwe ya eskerî jî bi îdareyeke hevbeş  îdare bikin.PYDê ewil  îdareyeke hevbeş  ya eskerî, sîyasî û aborî bi ENKSê re qebûl kir; paşê dest ji vê berda, çima?

Piştî dagirkirina Tirkîyê li Cerablûsê û Mitabaqata Rûsya,Tirkîye, Îranê bêyî şik aşkere bûye ku, kurd nebin yek; xetera ku  bibin qurbanîyê sîyaseta dewletên herêmê û navneteweyî  zêdetir bûye.

Statuyeke  sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê dê rêya yekkirina fiîlî ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê hêsantir bike. Ger bi statuyekê  Rojavayê Kurdistanê bigihêje Behra Sipî, dê rê ji wê yekê re vebe ku petrol û xaza tebiî ya Başûrê Kurdistanê yekser bi rêya Behra Sipî bigihêje cîhanê. Ev dê ji bo serxwebûn û dewletbûna Başûrê Kurdistanê  jî, ji bo pêşde birin û xurt kirina statuya Rojavayê Kurdistanê jî û ji bo rêlêvebuna azadîya her du perçeyên Kurdistanê yên din jî dê bibe şoreşek.

Tirs û xofeke ku  ketîye dilê Dewleta Tirk jî ev rastîya ye. Tirkîye ji bo hinardina petrol û xaza tebiî ya Başûrê Kurdistanê nuha yekane derî ye. Heger Tirkîye by pass bibe û Kurd yekser, li ser Rojavayê Kurdistanê berhemên xwe binihêrên derve, dê rola Tirkîyê ya li ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî  kêmtir  bibe û Tirkîye dê ji alîyê aborî ve jî zerarê  bibîne. Herweha dê rêya dewletbûna Kurdan hîna hêsantir bibe.

Li gorî agahdarîyên heyî, demografîya Rojavayê Kurdistanê jî  gelekî  hatîye guhertin; nifûsa Kurdan her diçe kêmtir dibe. Li gel sebebên aborî  û tesîra şerî,  rola sîyaseta PYDê ya ku zextên pir alî li ser gel dike jî di vê valabûnê de he ye.

PYD divê bizanibe  ev siyaseta ku ew diajo, hem rê li pûçkirina pêkhateyên siyasî, civakî, netewî ya civata kurd vedike; hem jî rê ji serkevtina Rejîma Esad re xweştir dike.

ENKS jî  îro nikare rola xwe bilihîze. Jibo derbasbûyîna pêşmergeyên ENKSê û  ava kirina îdareyeke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê, em dîbinin ku, rola Serokê  Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî pir giring e û divê ew PYDê û Emerîkayê qane bike ku, pêşmergeyên ENKSê jî derbasî  Rojavayê Kurdistanê bibin û Mitabaqata  Dihokê pêk bê.

Herweha ENKS  divê bi Rusya jî, bi Esad jî, bi Emerîka û Ewrûpa  re jî , bi hemû partîyên Kurdan re jî, peywendîyên xwe, li gorî berjewendîyên miletê Kurd, ji nû ve organîze bike.

Belê Rojavayê Kurdistanê perçeyê herî biçûk e; lê dikare derîyên gelek mezin ji bo hemû kurdan vebike. Lê mixabin xêrnaxwazên kurdan  ji me baştir vê rastîyê dibînin û li gorî wê tevdigerin.

Rejîma Îranê  bi bêdengîya cîhanê dixwaze doza azadîya miletê kurd bifetisîne

Îran bi xêra sîyaseta Obama, li ser navê  Şiîtîyê, bû wekî  Împaratorîyetekê. Herî dawî  jî protokola nukleerî ya Îran û welatên 5+1 ê, ji Îranê  re bû derî û nefeseke nû ku Împaratorîyeta xwe xurtir bike.

Îranê di vê demê de, îdam û kuştin û zext û neheqîyên li himberî miletê kurd jî zêdetir kir.

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo ku zerar negihêje Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, ji bo ku Îran ji xwe re neke hincetê êrîşan, di van çend  salên dawî de şerê çekdarî rawestandin.

Bêdengîya Emerîka û dewletên Ewrûpayê  û rawestandina şerê çekdarî  ji alîyên partîyên Rojhilatê Kurdistanê ve, rejîma Îranê bêminetir kir; Îranê êrîşên xwe yên li dijî  doza azadîya Kurdistanê zêdetir kir. Xebata nehênî  ya sîyasî, têrê nekir ku li Rojhilatê Kurdistanê partîyên kurdan  bikaribin doza azadîyê geştir bikin, gelê me bi berfirehî  birêxistin bikin.

Piştî bêdengîyeke dûr û dirêj, PDK Îranê, Komala  û hinek partîyên din yên Rojhilatê Kurdistanê, careke din biryara dest pêkirina şerê çekdarî dan û pêşmergeyên xwe derbasî  Rojhilatê Kurdistanê kirin. Helwesta Îranê, partîyên Kurdan mecbûrî vî şerî dike. Ji bo mafên netewî demokratîk yên Kurdan , ji alîyê Dewleta Îranê tu gav nayên avêtin; hemû rêyên xebata sîyasî, sivîl, demokratîk  hatine girtin.

Ev dê têkoşîneke dûr û dirêj û piralî be. Divê di alîyê dîplomasîyê de jî xebateke pir xurt bê meşandin.Tifaq û yekgirtina navxweyî ya partîyên Rojhilatê Kurdistanê , ji her demê zêdetir, îro pêwîst e.

Donald Trump mesajên tund  li himberî Îranê dida, nerazîbûna xwe li dijî xurtbûn û sîyaseta Îranê tîne zimanî. Ger Trump li gorî van gotinên xwe siyasetê bimeşîne, dê tesîreke pozitîf li ser doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê jî bike. Îran çiqasî lawaz be, peywendîyên wê yên navneteweyî çiqasî xera bibe û cîh lê teng bibe; dê rêya azadîya miletê Kurd hem li Îranê û hem jî li perçeyên din xweştir be.

Dewleta Tirkîyê dê di sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya miletê kurd de bisernekeve

Destkeftinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li gel destkeftin û pêşkeftinên sîyasî û sivîl yên li Bakurê Kurdistanê, temama plan û stratejî û hişmendîya  Dewleta Tirkîye  têk bir û bû sebep ku Tirkîye wekî dewlet nexşerêyeke nû bide ber xwe.

Şerê îro li Bakurê Kurdistanê didome, dagirkirina Tirkîyê ya li Cerablûsê û peywendîyên nû yên ligel Rûsya û Îranê her encama vê hêçbûn û têkçûna hişmendîya Dewleta Tirkîyê ye.

Tirkîye weha hesab dike ku dê bi vê  siyasetê nehêle Kobanî û Efrîn, dê nehêle axa Rojavayê Kurdistanê bibe yek û li Rojavayê Kurdistanê dê rê li ber statuyeke sîyasî ya Kurdan  bigire. Gava  Serokkomarê Tirkiyê digot “Emê nehêlin ew xeletîya ku li bakurê Iraqê çêbûye, li bakurê Sûrîyê dubare bibe’’ behsa vê hişmendîya stratejîk dikir.

Tirkîyeyê demeke dirêj xwest Esad birûxîne û temama stratejîya xwe jî li ser vê armancê ava kir. Lê her ku dît dê Esad bimîne û Kurd jî hêdî hêdî destkeftinan bi dest dixin û rêya statuyekê ji wan re vedibe; rabû siyaseta xwe ji binî ve guhert; ji bo ku Kurd tiştekî bidest nexin, dest ji armanca rûxandina Esad berda, xwe nêzîkî Rûsyayê kir.

Di van salên dawiyê de, Kurd bi xebata sivîl, demokratîk, sîyasî gelekî pêş ketin. Rawestandina şerî, hişyarbûna neteweyî  xurtir kir. Kurdan gelek destkeftin bidest xistin. Meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê û pêşkeftinên Rojavayê Kurdistanê jî vejîna neteweyî li bakur geştir kir. Xof û tirseke mezin Dewleta Tirkîyê girt. Îro ew sîyaseta şerî, ya  li dijî kurdan, her encamê vê tirs û xofê ye. Dewleta Tirkîyê 93 sal e naxwaze fêhm bike ku ev mesele ne meseleya terorê û paşdemayîna rewşa aborîyê ye; meseleyeke sîyasî û netewî ye û bi kuştin û wêran kirin û tune hesibandna miletê Kurd çareser nabe.

PKKê jî di heman demê de bi navê  “Ozyonetim-Xweseriya demokratîk’’ê got: “Li bajaran, bi şerê çekdarî emê herêmên azad çêbikin’’,  li gelek navçe û bajarên Kurdistanê şerê bi xendek û barîkatan dest pê kir. Ev helwest nuha jî bi teqînên li nav bajaran berdewam e.

Şerê Dewleta Tirkîyê li himber bakur û rojava bû; her weha dixwest zerarê bide meşa serxwebûna başûr jî. PKKê jî, bi vê sîyaseta “Ozyonetim’’ê û bi şerê xendek û barîkatan, bi teqînên li nav bajaran rê ji sîyaseta Dewleta Tirkîyê ya têkbirin, wêranî û şikestina destkeftîyên heyî  re rê xweştir kir.

HDP, DBP, DTK, KJA, Hevserokên Beledîyân li Amedê Konferansek lidarxistin. Di encama vê Konferansê de  li cîhê ku bêjin “Jiber ku me nikarîbû rê li ber sîyaseta xendek û barîkatan bigirin, em  bi awayekî aktîf li himberî şerî derneketin, em ji gelê xwe uzrê dixwazin’’; bileksê vê, piştgirîya xwe ji wê sîyaseta xendek û barîkat û şerî re nîşan dan.

Îro li alîyekî şer û  rewşa awarte berdewam e; li alîyekî jî  AKP bi guhertina Destûrê  dixwaze  ‘’Sîstema Serokatîyê’’ bîne. Sîstema Serokatîyê,  li gel vê Destûra nîjadperest û li dijî demokrasîyê, li dijî miletê kurd, dê bi  îdareya takekesî  totaliterîyê hîna xurtir bike.

Tirkîye heta ku şerî ranewestîne û rêya çareserîya sîyasî li gel hemû partîyên  Bakurê  Kurdistanê veneke, dê nikaribe tu pirsgirêkên xwe çareser bike.

Qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hevdu ve girêdayî ye

Di dîroka Kurdistanê de, di tu demê de wekî vê demê,  qedera kurdên herçar perçeyan di vê astê de bi hevdu ve nehatîye girêdan.

Ev rastîya  di afirandina sîyaset û stratejîya partîyên her perçeyêkî  Kurdistanê de jî, guhertineke esasî bi xwe re tîne.

Êdî tehamula miletê  me tune ye ku  partiyên siyasî yên  kurdan bo berjewendiyên xwe armancên neteweyî yên miletê kurd piştguh bikin. Îro serxwebûna Başûrê Kurdistanê îhtîmala herî nêzîk e û dê serxwebûna wê  bibe destpêka azadîya hersê perçeyên din yên Kurdistanê jî. Divê piştgirîya serxwebûna Kurdistanê wazîfeyeke netewî ya hemû partîyên Kurdan be.

Li Rojavayê Kurdistanê , pêkanîna Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê  zerûrî ye, pêwîstîyeke netewî ye. Benda  herî mezin ya li hemberî hemû plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê Kurd,  bi yekgirtina navxweyî  û bi hişmendîyeke netewî  dikare bê ava kirin. Îdareyeke hevbeş dê qedera gelê me tayîn bike.

Îro  li Rojavayê Kurdistanê  Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê pêk nayên, endamên ENKSê têne girtin.Li Şingalê îradeya Hikûmeta Kurdistanê nayê qebûl kirin. Li bakurê Kurdistanê  PKK tu partîyên Kurdan nahesibîne û şerî kûrtir dike. PKK bi giştî,  hişmendîyeke Kurdistanî, netewî, stratejîya  dewletbûnê  , çi  bi navê ‘’taktîkê’’, çi bi helwesteke siyasî  red dike. Di van şerdan de  ‘’Kongreya Netewî’’  dê çawa lidar bikeve? Li her çar perçeyên Kurdistanê jî, hişmendî, stratejî  û yekgirtineke neteweyî, Kurdistanî  û rêz lihevgirtina Hêzên Kurdan, klîda herî mezin e ku rê li ber  koordînasyona her çar perçeyan, li ber Kongre û Konferansên netewî û li ber serkeftinê  veke.

Ji bo vê jî divê  ev sê xalên esasî pêk werin:

Yekem: Divê  qebûlkirina hebûna miletê  kurd, hebûna Kurdistanê, hebûna ala Kurdistanê û  parastina mafê sitatuyeke sîyasî  jibo Kurdistanê, hevdu qebûl  kirina partîyên Kurdan, bingehê stratejî û siyaseta Kurdan be.

Duwem:  Yekgirtin û tifaqên netewî yên li  her perçeyêkî  Kurdistanê jî; hişmendî, peywendî ,danûstendin û stratejîya di nevbeyna herçar perçeyan  de jî, divê li ser van pîvanan bêne hûnandin.

Sêyem: Divê stratejîyeke navneteweyî ya hemû kurdan hebe. Divê em sîyaseteke ku li cîhanê dijminê me kêm, dostên me zêde bikin bimeşînin. Divê berjewendiyên neteweyî bibe peykerê siyaseta me ya navneteweyî; ne berjewendîyên şexsî, grûbî, perçeyî û îdeolojîk.

Cîhan ne cîhana berê ye, Kurd ne Kurdên berê ne. Piştî ev bedelên li her çar perçeyên Kurdistanê jî hatine dayin, êdî  mafê tu kesî û tu partîyê tune ye ku, pêşeroja miletê Kurd bike qurbanê ‘’ez û ez’’tîya xwe.

Nexşeya  herêmê  ji nû ve tê danîn. Divê em jî bi îradeya xwe, di danîna nexşeyan de wekî aktor hebin.Ev jî, bi  hişyarî û hişmendîyeke stratejîk ya Kurdistanî,  bi têkoşîn û xebateke bi sebir, bi rêzgirtin û tehamula nevxweyî , bi peywendîyên xurt yên navneteweyî dikare  birêve biçe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin