Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik Ji ber wefata Birêz Remzî Şaban peyama sersaxîyê ji Birêz Serok Mesûd Barzanî re şand

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik Ji ber wefata Birêz Remzî Şaban peyama sersaxîyê ji Birêz Serok Mesûd Barzanî re şand

.

A+A-

 

Birêz Serok Mesûd Barzanî

Serokê Birêz

Em bi xemgînî agahdar bûne ku endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), birêz Remzî Şaban, ji ber nexweşîya Covîd-19ê koça dawîyê kirîye.

Xwedê jê razî Birêz Remzî Şaban bi dehan salan wek pêşmerge, wek fermandar, wek kadroyekî sîyasî, wek rêveber, kedkar û têkoşerekî pêşeng ê doza azadîya Kurdistanê bû.

Helbete ew xebat û têkoşîna ku Birêz Remzî Şaban di nav refên PDKyê û di doza azadîya Kurdistanê de bi serbilindî dimeşand, dê ji alîyê hemû hevalên wî ve , ji alîyê hemû xebatkar û têkoşerên azadîya Kurdistanê ve heta ku ew armanca pîroz bicîh bibe dê raneweste.

Birêz Remzî Şaban, weltaperwer û kadroyekî hêja yê hemû Kurdistanîyan e.Em şirîkê xema we ne.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêveber û endamên PAKê, sersaxîyê ji malbata xwedê jê razî re, ji cenabê we û ji hemû rêveber û endamên PDKyê re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be.

Li gel rêzên xwe

05.04.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin