Serokatiya Fransayê şandeke ji Rojavayê Kurdistanê vexwend Parîsê

Serokatiya Fransayê şandeke ji Rojavayê Kurdistanê vexwend Parîsê

.

A+A-

 Serokatiya Fransayê şandeke ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji bo serdana Parîsê vexwend. Hat diyarkirin, roleke girîng a Nêçîrvan Barzanî di vexwendina şanda Rojava ji bo Fransayê de heye.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê ku beşek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulkerîm Mihemed ji Rûdawê re daye zanîn, Serokatiya Fransayê şandeke ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji bo seredana Parîsê vexwendiye.

Ebdulkerîm Mihemed eşkere kiriye, vexwendin ji aliyê koşka Elyseeyê ve hatiye û pir girîng e.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê destnîşan kiriye, ev vexwendin nîşana guhdana Fransayê bi Rojavayê Kurdistanê ye û got, roleke girîng a Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di vexwandina şanda ji Rojava ji bo Fransayê de heye.

Herwiha Ebdulkerîm Mihemed vexwendina şandeke siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Fransa ve weke “naskirineke siyasî” ya xelk û rêveberiya herêmê bi nav kiriye û daye zanîn: “Niha vexwandinek ji mekteba serokatiya Fransayê hatiye, jibo pêkhateyên wê deverê, bi Kurdên wê, Erebên wê, Suryanê wê, ji xelkên wê tev re. Dema em îro lê dinêrin, dema vexwendinek ji siyasiyan re tê di vê dema niha de, îtirafeke siyasî ye bi xelkê wê deverê, girîngiya wê gelek heye, ne weke çekdarekî, leşkerekî yekî bixwaze cem xwe.”

Ebdulkerîm Mihemed qala rola Fransayê li Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir, Fransayê roleke berçav, giring û erênî di rewşa navçeyê de hebûye û heye.

Berdevka PYDê Sema Bekdaş jî ku endama şanda PYNKê ji bo danûstandinên ligel ENKSê jî ye, piştrast kir ku şandek ji Rojavayê Kurdistanê dê serdana Fransayê bike û diyar kir ku ew şand ji Kurdan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Sema Bekdaş daye zanîn: “Li gor agahiyên me dê şandek ji Bakur Rojhilatê Sûriyê serdana Fransayê bike, bê guman dê gelek kes têde bin, dê ne tenê jibo Kurdan be, Ereb jî dê cihê xwe têde bin, herwisa Suryan jî. Hêj hûrgiliyên wê em nizanin lê tê gotin ku şandeyek ji Bakur Rojhilatê Sûriyê serdana Fransayê bike.”

Bekdaş herwiha eşkere kiriye, Fransayê bi awayekê berdewam piştgiriya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Derbarê sedemên vexwandina wê şanda ji Rojava bo Fransayê de jî Berdevka PYDê destnîşan kir, Fransa dixwaze rola xwe li navçeya Rojhilata Navîn bi awayekê bihêztir bilîze û tekez kir: “Piştî derketina Brîtanya li Yekîtiya Ewropa, a niha Fransa bêtir li pêş e û roleke xwe ya ciddî li Bakur Rojhilatê Sûriyê bilîze û helwêsta wan jî piştî serdana birêz Nêçîrvan Barzanî û şandina nûnerên xwe bo vir, vê mebestê nîşan didin ku piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin û hewl didin meseleya yekîtiya netewî (ya kurdan) jî bisebikeve.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin