Seroka Taywanê daxwazekê ji civaka navdewletî dike

Seroka Taywanê daxwazekê ji civaka navdewletî dike

.

A+A-

 Seroka Taywanê Tsai Ing-wen, bi daxuyaniyekê manoraya serbazî ya Çînê weke karekî neberpirsane bi nav kir û ji civaka navdewletî daxwaz kir ku li dijî gefên Çînê piştevaniya Taywanê bikin.

Tsai Ing-wen di daxuyaniya xwe da zanîn, ew li derketina şer nagerin û berevaniya demokrasî û azadiya xwe dikin.

Herwiha Ing-wen eşkere kir: “Çînê li derdora Taywanê bi çekên rastîn dest bi manoraya serbazî kiriye, ev cûre gefên serbazî yên berdewam ku bi qestî hatiye bihêzkirin, bi taybetî jî avêtina moşekan ji bo hinek rêrewên herî qerebalix ên hatûçûnê li cîhanê, karekî neberpirsane ye.”

Di berdewamiyê de Seroka Taywanê got: “Em ne li pey alozkirina nakokiyan in, em naxwazin şer derxin, lê belê bêguman em ê berevaniya serweriya xwe ya netewî û asayîşa xwe bikin.”

Ing-wen herwiha ji civaka navdewletî daxwaz kir ku piştevaniya Taywana demokrat bikin û ji bo rawestandina kiryarên serbazî yên bi vî rengî, bibin yek.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin